Gerîlayên YJA-Starê name ji Rêberê Gelê Kurd re nivîsandin

Gerîlayên YJA-Starê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandin.

Gerîlayên YJA-Starê di rojnivîskên xwe de ji ber 15’ê Sibatê name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsandin.

Gerîlayên YJA-Starê di nameyên xwe de bal dikişînin ser komploya navneteweyî û wê wekî tarîtîya rojê didin pênasekirin. Di nameyan de tê diyarkirin ku ‘Wê tu kes nikaribe Roja me tarî bike.’

Gerîlayên YJA-Starê Berfîn Ararat û Dîcle Avaşîn ên ku şehîd bûne, di rojnivîskên xwe de qala vî tiştî dikin.

Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Ararat di 8’ê Hezîrana 2019’an de li Dêrsimê şehîd dibe. Ararat di rojnivîska xwe de dibêje ku, “Ji bo min PKK jiyaneke nû ye ya ku bi Rêbertî re evqasî xweşik bûye.”

Ararat di rojnivîska xwe de li hemberî esareta li ser Rêber Apo balê dikişîne ser doza gelê Kurd. Ararat dibêje ku "Wê tu carî vîna vê dozê neyê sekinandin û kulîlkên azadiyê neyê tunekirin. Wê wekî ruhê hevalên me yên şehîd di dilê milyonan kesan de xwe bidin bicihkirin.

Va ye dîsa roja naletbûyî û roja reş careke din xwe dubare dike. Wê gelê me yê berxwedêr tu carî vê rewşê qebûl nekin. Serokê min hestên me yên azadiyê her dem dilê me de zindî dike û ez jî ji bo gihiştina doza heqîqetê têdikoşim.”

Gerîlaya YJA-Starê Dîcle Avaşîn jî di 8’ê Tebaxa 2016’an de li Xakurkê tevlî nav refên cangoriyên azadiyê dibe. Avaşîn jî di rojnivîska xwe bi heman awayî ji Serok Apo nivîsandiye. Gerîla Dîcle Avaşîn di nirxandina xwe de dibêje, “Ji bo fêmkirina Serokatî divê em fikrên wî têxin pratîkê.”

Avaşîn di rojnivîska xwe de dibêje ku, “Hûn ji deryaya dilê min zayîna rast a heqîqetê ne. Min ev tişt bi we re dît, her çiqas di warê fîzîkî de min tu nedîtibe jî. We şev, roj, dil û mejiyê me ronî kir. Dema ez dikevim tengasiyê her dem bîrdozî û fikirandina we çav û dilê min ronî dike. Hûn ji bo min kombûna hemû wateyên jiyan û azadiyê ne.”