Gerîlayên YJA Starê li Avaşînê çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên YJA Starê li Avaşînê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakiyek li dar xistine. Di daxuyaniyê de gerîlayek jî hate bibîranîn a ku di 11’ê Îlonê li Çelê şehîd bûbû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Ronya û Şehîd Bager de hêzên me yên YJA Starê di 1’ê Cotmehê de saet di 12.00’an de li dijî hêzên artêşa Tirk a li Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê çalakiyek li dar xistine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine zelalkirin.

LI CÛDÎ ŞER

Di 1’ê Cotmehê de saet di 12.30’an de hêzên me yên gerîlayan li qada Gundikremo ya Cûdî ya Şirnexê rastî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê derê şer çêbûye.

Piştî şer hêzên dagirker li qadê operasyonek dane destpêkirin. Yekîneyên ku li qadê kemîn danîne jî bûne hedefa hêzên me. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehatine tespîtkirin. Di vê operasyonê de 2 hevalên me şehîd bûne. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd piştre were ragihandin.

GERÎLAYEK HATE BIBÎRANÎN

Di 11’ê Îlonê de jî li qada Şehîd Piling a Çelêya Colemêrgê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerek çêbûye. Di vî şerî de hevala me Uveyş Bêrîtan şehîd bûye û hevala me Kurdistan (Gulistan Eren) jî dîl ketiye destê dijmin.

Nasnav: Uveyş Bêrîtan

Nav û paşnav: Menekşe Bakî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Navê dê û nav: Mûhîttîn - Baran

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Îlona 2019’an/Çelê

Rêhevala me Uveyş Bêrîtan li Colemêrgê ji dayik bûye û ji nêz ve rastiya dijmin nas kiriye. Li hemberî faşîzma li ser gelê me bêdeng nemaye û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye hewl daye bibe şervaneke xurt. Rêhevala me Uveyş li ser vê axa ku fermandar Bêrîtan bûbû qehreman, ew jî di şer de bûye hevaleke çalak.

Malbata hêja ya rêhevala me Uveyş di serî de sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku heta gelê me azad bibe, em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 2’ê Cotmehê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet di 15.00’an de qada Goşinê, saet di 16.00’an de jî derdora gundê Şikeftan a Garê, saet di 19.30’an de jî qada Saca ya qada Zapê ya Herêmên Parastiyên yên Medyayê bomberdûman kirine.

Di van bomberdûmanan de li qada Xakurkê 2 rêhevalên me şehîd bûne. Wê nasnameye hevalê me yên şehîd piştre bi raya giştî re werin eşkerekirin.”