Gerîlayên YJA Starê li Şemzînanê lê dan: 3 leşker hatin kuştin

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di çalakiyeke gerîlayên YJA Starê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Şemzînanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 21'ê Nîsanê saet di 14:10'an de li çepereke çekên giran a li ser girê Sîvrî yê qereqola Bezelê xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin 3 leşker hatin kuştin û çekeke giran a li çeperê hate îmhakirin."