Gerîlayên YJA-Starê li Çelê li qereqolê dan

Gerîlayên YJA-Starê li Çelê li qada Tepê Sor li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di 31’ê Adarê de saet di 17.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li qada Tepê Sor a Çelêya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li avahiya qereqolê dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

Di 4’ê Nîsanê de (îro) saet di navbera 06.30-08.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li Girên Bahar û Cûdî yên qada Gundê Filleha a Zapê û li Girê Amêdiyê yê Amêdiyeya Duhokê dane. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”