Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê : Dem dema gerîlabûnê ye

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê bal kişandin ser şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê meşandin û gotin, "dem dema gerîlabûnê ye" Gerîlayan bang li ciwanên Rojhilat kir ku tevlî nava refên gerîla bibin

Gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê li ser êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û şerê gerîla yên li dijî van êrişan ji ANF'ê re axivîn.

Dilviyan Zagros: Pêvajoya ku em tê de derbas dibin, pêvajoyeke pir giran e. Pêvajoyeke şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê ku niha li Başûrê Kurdistanê tê kirin, şerê gerîla bi tenê nîne. Şerê tê kirin li dijî tevahiya gelê Kurd e. Lewma em bang li hemû ciwanan dikin, bi taybetî bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin pêl bi pêl berê xwe bidin çiyê. Xweparastin di rewşa heyî de li nava bajaran, li metropolan çênabe. Eger parastin hebe ew jî li çiyayên Kurdistanê dibe, li hemberî dagirkeriyê hêrsa xwe xwe nîşan bidin û li ber qirkirinê rabin. Banga min li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ye, çi keç be çi jî xort be; dem dema gerîlatiyê ye, dema şerê azadiyê ye. Divê ciwanên Kurd berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Divê em dagirkeriyê ji binî ve hilweşînin.

Brûsk Egîd: Em silavên germ li xelkê xoşewît ê Hewremanê dikin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên Kurdistanê şerekî giran dikin. Pêwîst e ciwanên Hewremanê bi ruhê Şehîd Serhed, Şehîd Erdal, Şehîd Niştimanî ji bo welatê xwe têbikoşin, sîstema qirêj qebûl nekin. Gelê Hewreman xwe ispat kiriye, li hemberî zilm û dagirkeriyê bêdeng nebûye. Di roja îro de jî divê gelê me yê Hewreman berê xwe bide çiyayên azadiyê yên Kurdistanê. Ciwanên Hewreman divê bi hesta tolhildana şehîdan li hemberî sîstema zilmê şer bikin. Bi pêngava 'dem dema gerîlatiyê ye' bidin pey cenga azadiyê.

Çiya Leylax: Dagirker hewl didin bi her şêwazî welatê me dagir bikin û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk bibin. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê em dibêjin 'ev şer şerê man û nemanê ye'. Ev şer şerê serketinê ye. Gerîla wê di vî şerî de dagirkeran bi bin bixe û serketinê bi dest bixe. Dijmin dixwaze gelê Kurd bi temamî ji binî ve têk bibe. Lewma niha li çiyayên Kurdistanê bi her awayî kîmyewî bi kar tîne, çekên qedexekirî bi kar tîne. Yên ku niha li meydanan şer dikin, ewladên vî gelî ne. Keç û xortên Kurdan niha li hemberî dagirkeriyê şer dikin û li bin dixînin. Îro xiyanet jî li ser kar e. Dagirker li gel xiyanetkaran bi her awayî, bi her şêwazî êrişî gel û gerîlayên Kurdistanê dikin. Lê belê tê dîtin ku li gel êrişên xwe yên bi her şêwazî nikarin gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê têk bibin. Weke ciwanekî ji Rojhilatê Kurdistanê dibêjim, 'ev şer şerê şerefê ye, şerê rûmetê ye'. Şerê ku weke ciwanên Kurd em nîşanî dagirkeran bidin ku bi ti awayî em teslîmiyetê qebûl nakin. Ti carî em xiyanetê qebûl nakin, serî li ber dijmin natewînin. Ev tişt niha bi pêşengiya gerîla li hemberî dagirkeran tê nîşandan. Ji ber vê yekê temaşekirina li vî şerî xizmeta ji dijmin re ye. Xizmeta li welat ew e ku tevlî nava refên gerîla bibin, her kes were xizmetê ji azadiya welat re bike. Weke Kurd pêwîstiya me bi azadiyê heye. Divê ji bo vê armancê em dagirkeran têk bibin. Erka her keç û xortên Kurd e rabe çekê şerefê hildin û li ber dagirkeriyê rawestin. Nehêlin ku dagirkerî armanca xwe bi ser bixîne. Rola gerîla di vê qonaxê de diyar e. Gerîla li dijî dijmin heta dawiyê şer dike, rê nade dagirkeran. Lê belê erk li ser gelê me jî heye. Rêber Apo dibêje şerê gel ê şoreşgerî. Pêwîstî niha bi vê heye ku gel û gerîla bi hev re li dijî dijmin şer bikin. Divê gel li her çar aliyên Kurdistanê, bi taybetî Rojhilatê Kurdistanê piştgirî li gelê xwe bikin. Werin beşdarî nava refên gerîla bibin. Ev şer şerê man û nemanê ye. Şerê qirkirina fîzîkî ya gelê Kurd e. Lewma divê ciwanekî Kurd vî tiştî layiqî xwe nebîne. Şer şerekî pir cidî ye, divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne û ji dagirkeriyê re bêje êdî bes e, ji bo azadiya gel û Kurdistanê têbikoşe.

Argeş Helo: Divê were zanîn ku li dijî gerîla, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên giran hene. Ev şer, ev êriş ne tenê li ser gerîlayên Kurdistanê ye. Êriş li ser temamiya gelê Kurd e. Li hemberî van êrişan helwesta gelê Kurd hate nîşandan. Bi taybetî xelkê Hewreman di tevahiya dîrokê de li dijî dagirkeriyê timî li ber xwe daye. Divê gelê Hewreman di vê demê jî li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bide. Divê bi taybetî ciwanên Hewreman çeka Şehîd Hewram, Şehîd Fûad, Şehîd Kemal hildin û bên beşdarî şer û refên gerîla bibin, li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Ev şer şerê man û nemanê ye, şerê azadiyê ye. Dem dema azadiyê ye. Dem dema 'gerîlabûnê ye'. Bidin pey cenga azadiyê.

Simko Dîcle: Di şert û mercên heyî de ku dagirker şer li gelê Kurdistanê ferz dike, banga min li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ew e ku bi berpirsyarî nêzîk bibin. Şerê tê kirin şerekî diyarker e, di vî şerî de qedera gelê Kurd diyar dike. Dagirkeran hêza xwe kirine yek ji bo kesayetiya Kurdên azad têk bibin. Ji bo bombeyên kîmyewî heta her cûre çekên qedexe li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Ev şer tenê şerê gerîla nîne, şerê tevahiya gelê Kurdistanê ye. Lewma bi taybetî ciwan divê rol û mîsyona xwe pêk bînin. Bêguman gerîla erk û mîsyona xwe pêk tîne, gerîla li ber xwe dide, gerîla weke hêza fedaî ya gelê Kurd, Rêber Apo giyan li ser dest rû bi rûyî dagirkeran dibin. Lê belê ev şer tenê bi gerîla bi ser nakeve. Divê tevahiya gelê Kurd tevlî vî şerî bibe. Her kes li cihê xwe dikare tevlî vî şerî bibe, her kes bi şêwazekî dikare beşdar bibe.