Gerîlayên MLKP/FESK'ê li eniyên Parastina Medyayê ne

Gerîlayên MLKP FESK'ê yên li Qadên Parastinê yên Medyayê ne, gotin ew ê bi dirûşmeya, ''Ev êrîş li ser hemû gelan in. Em berxwedanê bi têkoşîna yekbûyî geş bikin'', tevlî parastina Başûrê Kurdistanê bibin.

Gerîlayên FESK'ê yên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) diyar kirin ew di parastina Başûrê Kurdistanê de cih digirin, ku dewleta Tirk a mêtinger û faşîst êrîşê tînin Ser. Gerîlayên komunîst bi dirûşmeya, ''Ev êrîş li ser hemû gelan in. Em têkoşîna yekbûyî geş bikin'' daxuyanî dan. 

Gerîlayên MLKP/FESK'ê Ozan Diyar got li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirkeriya mêtinger a faşîst berxwedanê didomînin.

Diyar di axafftina xwe de got, ''Ên ku êrîşên dagirkeriya mêtinger a faşîst a Tirk  a li ser Rojava pejirandin, îro jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê pejirandine. Ên ku li bara êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng mane, dagirkirina Başûrê Kurdistanê pejirandine, her wiha ew in ku dixwazin şoreşe me ya demokratîk, gelparêz û wekhevîxwaziya jinê ya li Rojava bifetisînin. Ên ku Kurdistan dabeş kirin, kirine mêtingeh, ji bo ku destkeftiyên Kurd ên ku bi berdêlên mezin bi dest xistin, tine bikin li eynî eniyê gihaştine hev. Ji ber vê jî êrîşa li serHeftanînê êrîşa li ser yekîtiya netewî, azadî, dahatû û hemû destkeftiyên Kurdan e. Ev her wiha êrîşa li ser Kurdan, Sûryan, Asûr û hemû gelê Başûr e.''

Gerîlayê MLKP/FESK'ê got ew di eniyên berxwedana dîrokî ya Qadên Parastinê yên Meyayê de ne û got, ''Em ê ti caran nehêlin ku artêşa Tirk a faşîst a mêtinger gelên me teslîm bigirin. Em gerîlayên FESK'ê di vê berxwedana dîrokî ne. Li dijî artêşa Tirk a mêtinger, dagirker û zayendîparêz û çeteyên wê em vîna xwe ya şerkirinê li eniyan qeyîm dikin. Em ê li ser rêça hevrêyên xwe Şevîn Sogut, gerîlaya MLKP KKO ku li Zapê di şerê dijî dagirkeriyê de nemir bûyî, gerîlayê FESK û HBDH'ê Sînan Guneş û Koray Aspîr ku dema hewl didan şoreşa me ya yekbûyî li Behrareş bihonin nemir bûne bimeşin û bibin layiqî wan. Çawa ku duh ên ku dîrok nivîsandin berxwedêr bûn, îro jî berxwedêr wê dîrokê binivisin.''