Gerîlayên li Garê: Şer divê li her cihî belav bibe, ne tenê li çiyê be

Gerîlayên li Garê gotin, "Şer divê li her cihî belav bibe, ne tenê li çiyê be. Ji destê kê çi tê divê bike. Li bajaran, li metropolan divê ciwanên me çalakiyan bikin, rabin serhildanê."

Gerîlayê HPG'ê Agir Botan tevgera dagirker a Tirk a li ser Herêmên Parastinê Medyayê bi bîr xist, diyar kir dagirkeriya Tirk bi teknîka pêşketî dixwaze Herêmên Parastinê yên Medyayê dagirk bike û got, ''Li dijî vê operasyona dijmin pêngav hatine destpêkirin, Pêngava Cenga Xabûr û her wiha ya Bazên Zagrosan, çalakiyên karîger têne kirin. Dijmin pişta xwe bi teknîka xwe xurt dike, bi vê dixwaze jiyanê ji gerîla asteng bike. Ji her alî ve dixwaze gerîla asteng bike. Gerîla bi rengekî xurt çalakiyan dike lê dewleta Tirk qet behsa vê nake. Ew çi qas veşêrin jî cîhan hemû dizane ku gerîla derbên çawa li dijmin dixe. Niha li Zap Metîna û Avaşînê gerîla çalakiyên pir bi bandor li dardixin. Di vê pêvajoya de dijmin neçar maye. Gerîla bi şêwaza xwe ya nû teknîka dijmin pûç dike. Dijmin li Zapê her tim têk çûye, em bawer dikin ku wê dîsa têk biçe.

Ruxmê balafirên keşfê jî hevalên me li Zapê çalakiyên karîger dibin ser dijmin. Dijmin li vir neçar ma ku paş ve bikişe. Şêwaza ku hevalên me pêş dixin teknîka dijmin pûç dike. Her wiha tecrûbeyên ku rêxistinê 43 sal in daye me wek gerîla em bi vê tecrûbeyên xwe dijmin pûç dikin, heman demê heval derbên giran li dijmin didin.''

Gerîlayê HPG'ê Agir Botan wiha domand: ''Îro şer gihiştiye her derê, ne ku gerilla tenê di çiya de şer bike. Şer li her derê belav bûye kî çi destê wî tê  pêwîste bike. Pêwîst e çalakiyên xurt li ser dijmin verin kirin. Em  gerîlayên HPG'ê operasyonên dijmin li çiyayan  li kûderê dibe bila bibe em ê weke mertalan li dijî wan bisekinin. Em  fedaiyên Rêber Apo her tim wê li pêşiya operasyona bisekînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî em ê şerê xwe berdewam bikin. Bila her kes vê bizanibe, heta ku em li wan çiyan bin heta ku fikir û ramanên Rêber APO di cîhanê de hebe, heta ku fedaîyên Rêber Apo hebin dewleta Tirk vê ticarî sernekeve. Ciwanên me yên ku li bajaran, metrepolan dijîn, pêwîst e çalakiyên xwe, serhildanê xwe geş bikin. Em berxwedaniya ku niha li zindanan jî tê kirin pîroz dikin. Rast e em bedel didin lê bila ev bê zanîn her ku em bedel didin em serbilind dibin û têkoşîna xwe geş dikin. Çi tişta ku ji me tê xwestin em her tim amade ne ku bikin.''

Gerîlayê HPG'ê Botan Silêmanî jî got dewleta Tirk tim xwestiye ku Kurdsitanê dagir bike, bal kişande ser êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Zagros, Metîna û Zapê û got dewleta Tirk dixwaze çiyayên Kurdistanê jî dagir bike da ku qira Kurdan bîne.

Gerîla Silêmanî bal kişande ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk û got ev berxwedan û serkeftin hîmê xwe ji Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire, moralê xwe ji berxwedana zindana digire.

Gerîlayê HPG'ê got gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin, dagirkeriya Tirk bi teknîka xwe dixwaze encam bigire lê di Cenga Siyanê de derketiy e holê ku hêzên wan ên taybet û teknîka wan kêrî tiştekî nayê.

Silêmanî wiha got: ''Hemû têk çûn, xeyalên wan nehatin cih. Gerîlayên serdema nû ev kirin û xewnên dewleta Tirk nehatin cih. Encama ku dixwestin bi dest wan ve nehat. Niha jî li Zap, Metîna, Zagrosan eynî rih, eynî berxwedan, eynî gerîlayên azadiya Kurdistanê, eynî pêvajo ku dijmin dixwaze çiyayên Kurdsitanê dagir bike .Hevalên me li ber xwe didin, çalakiyên karîger li ser dijmin dikin û nahêlin ku yek bihosta xaka Kurdistanê dagir bikin.''

Ev berxwedanî ev hêz ev moral bingehê xwe ji fikir û ramanê Rêber APO, ji paradigmaya Rêber Apo digre. Şikefta Mamreşo dijmin tirsand, xwedêgiravî hêzên wan ên taybet newêrin biçin şikefta hevalan, kûçik şandine, fener xistine serê wan. Dijminê me ew çend piçûk û qels e.Tenê bi teknîkê dixwaze encamê bigire. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi şêwaza xwe ya nû teknîka dijmin pûç dikin. Heta ku gerîlayekî azadiyê yê Kurdistanê li van çiyan be, heta ku Kurdek dilsozê ax û welatê xwe be dewleta Tirk ti caran nikare Kurdistanê dagir bike. Bi berxwedan PKK'yî û Apoyiyan ev gelek carna hatiye ipatkirin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe çi tişta ku ji dest me hat em ê bikin û em ê dijmin tertûbelav bikin.''