Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin
Gerîlayên azadiyê diyar kirin, ku ew ê hesabê komkujiya Helebceyê û hemû komkujiyên din bipirsin û gotin, ew ê rê nedin komkujiyên nû. Gerîlayan ji bo yekîtiya neteweyî jî bang kirin.
Gerîlayên azadiyê diyar kirin, ku ew ê hesabê komkujiya Helebceyê û hemû komkujiyên din bipirsin û gotin, ew ê rê nedin komkujiyên nû. Gerîlayan ji bo yekîtiya neteweyî jî bang kirin.
Lîderê rejîma Baas dîktator Saddam Huseyîn di sala 1988'an de bi bombeyên kîmyewî li Helebçeyê komkujiyeke mezin kir. Di vê komkujiyê de bi hezaran Kurd mirin, bi hezaran seqet man. Li deh hezaran kesî jî nexweşiyên kujer der bû. Her wiha bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera 29. a komkujiya Helebceyê de ji ajansa me re axivîn.
ÇARÇIRA: ÊRÎŞ BI DESTEKA HIN PARTIYÊN BAŞÛRÎ PÊK HATIN
Ji gerîlayên HPG'ê Mesûd Çarçira, roja ku li Helebceyê komkujî hat kirin weke rojeke reş bi nav kir û anî ziman, êrîş bi desteka hin partî û saziyên başûrî pêk hatiye.
Mesûd Çarçira anî ziman, di dema komkujiyê de hin hêz bi dizî hatine herêmê û got, "Di wê demê de, ji bo Îran bi dizî bê Başûr, hin teşwîq hatin kirin. Balkêş e ku Îran berî komkujiya Helebceyê hat Başûrê Kurdistanê û piştre komkujî hat kirin."
Çarçira destnîşan kir, gerîlayên azadiyê li gelemperiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe li dijîm êtîngeran şer dikin û ragihand, beriya damezrandina PKK'ê, xeteriya komkujiyan a li ser gelê Kurd zêdetir bû. Çarçira got, hebûna PKK'ê pêşî li komkujiyan girt û bû hêviyeke nû.
'HETA KU YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK NEYÊ, WÊ KOMKUJÎ DEWAM BIKIN'
Gerîla Mesûd Çarçira herî dawî destnîşan kir, ku ji ber pêknehatina yekîtî û hevgirtina Kurdan, komkujiyên bi vî rengî rû didin û got, "Nebûna yekîtiya hêza leşkerî û partiyên siyasî yên li Kurdistanê, sedema rûdana komkujiyan e. Li Başûrê Kurdistanê komkujî li civaka Êzidî hat kirin. Li Bakurê Kurdistanê gelek bajar û gund hatin şewitandin û komkujî hat kirin. li Rojhilatê Kurdistanê polîtîkaya qirkirina siyasî ku rejîma Îranê li ser gelê Kurd dimeşîne, dewam dike. Li Rojavayê Kurdistanê, ji ber êrîşa hovane ya DAIŞ'ê komkujî hat kirin. Bi kurtasî, eger Kurd nebin yek wê komkujiyên bi vî rengî her tim bên serê wan. Weke hêza parastina Kurdistanê gerîlayên HPG'ê, em bang li ciwanên Kurd, ciwanên çep, sosyalîst û bindest dikin ku berê xwe bidin çiyayên azad."
CIWANA: KURDAN SERÊ XWE LI BER KOMKUJIYAN NETEWANDINE
Ji gerîlayên YJA Starê Silav Ciwanan bibîr xist, hewl hatiye dayîn ku Kurd bi komkujiyan ji holê bên rakirin û got, "Komkujiya Helebceyê ji bo hemû Kurdan bûyereke tirsnak e. Rûdana hovîtiyeke bi vî rengî, şerma mirovahiyê radixe pêş çavan. Di dîroka Kurdistanê de komkujî, mêtîngerî, zilm û zexta li ser Kurdan kêm nebûye. Kurdan li hemberî van komkujiyan li ber xwe dan û ti carî dest ji têkoşînê bernedan."
'HEWLDANÊN JI BO TINEKIRINA KURDAN DEWAM DIKIN'
Gerîla Ciwana anî ziman, hê jî hesabên komkujiyê li dijî Kurdan tên kirin û ragihand, rê û rêbaz cuda jî bin, xeteriya komkujiyê hê li ser Kurdan heye. Ciwana destnîşan kir, rabûna fermana 73'an û komkujiyên li Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê vê rastiyê piştrast dike û got, "Pêwîste Kurd li dijî komkujiyan bibin yek. Bi yekîtiyê em dikarin pêşî li hesabên qirêj bigirin. Hingî hem wê hesabê komkujiyan bê pirsîn, hem jî pêşî li rûdana komkujiyên bi vî rengî yên hovane were girtin."
MAKÛ: EM Ê HESABÊ KOMKUJIYAN BIPIRSIN
Gerîlayê HPG'ê Rojhat Makû jî işaret bi bandora hêzên Kurd ên herêmî ya li nava komkujiyan kir û got, "Em komkujiya Helebceyê şermezar dikin. Weke gerîlayên HPG'ê, ji bo hesabê hemû komkujiyên li Kurdistanê hatine kirin bipirsin, em têdikoşin. Destê kê di nava vê komkujiya bi piştgiriya hêzên herêmî hat kirin de hebe, wê hesabê vê bide."
'DIVÊ HER WELATPARÊZ BI ERKA XWE RABE'
Rojhat Makû bibîr xist, ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan roleke girîng dikeve ser milê ciwanan û wiha dewam kir: "Li dijî komkujiyên bi vî rengî, lazim e gelê me yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne û têbikoşe. Di vir de roleke girîng dikeve ser milê ciwanan. Weke ku Rêberê me jî dibêje; wezîfeya her welatparêzekî heye. Di vî warî de girîng e gelê me rêxistinbûna xwe xurt bike û hişmendiya neteweyî bafirîne. Hin hêz tenê li berjwendiyên eşîr û mezheba xwe difikirin. Ev nêzîkatî şaş in. Divê bi Kurdistanî bifikirin, li berjewendiyên neteweyî bifikirin. Em di vî warî de têdikoşin. Ne tenê gerîlayên HPG'ê pêwîste hemû hêzên Kurdan di vî warî de têbikoşin. Mînak; li Rojavayê Kurdistanê gelek hêz bi hev re têkoşîneke xurt dimeşînin. Ev mînakek e. Pêwîste hevgirtina neteweyî esas bê girtin."