Gerîlayên HPG-YJA Starê: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Gerîlayan ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê name nivîsîn û gotin, "Bi çalakiya we re hêrsa me ya li dijî dijmin zêde bû. Tenê armanceke me heye; em ê bi hev re bi ser bikevin."

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, didomin. Gerîlayên HPG û YJA Starê ji berxwedêrên li Başûrê Kurdistanê ji Nasir Yagiz, endama Meclîsa Îştarê Fadîle Tok û Herêm Mehmûd re nameyeke şandin. Fadîle Tok ku 107 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye diyar kir, ew ji ber nameya gerîla gelekî kêfxweş bûye û got, "Di serî de gerîla ez spasiya her kesî dikim ên piştgiriyê didin çalakiya me û silavên xwe ji wan re dişînim.

Hest û fikrên bedew ên şervanên li çiyê ji bo me anîne ziman, diyarî Rêber Apo dikim. Ji ber ku berxwedêrê herî mezin ê li Rojhilata Navîn Rêber Apo ye. Yekane hêza parastinê ya gelê Kurd, gerîla ye. Li dijî zilmê sîng bi sîng şer dikin. Em bi wan serbilind in. Serketin wê ya zarokên Kurdan be."

'EM BI WE RE NE'

Nameya gerîlayên HPG û YJA Starê ya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê bi îmzeya Viyan Raperîn hate şandin.

Di nameyê de tê gotin, "Ji bo hevalên hêja; Herêm Mehmûd, Nasir Yagiz û Fadîle Tok. Beriya her tiştî em ji çiyayên Kurdistanê ji Herêm Mehmûd, Fadîle Tok û Nasir Yagiz re silavên xwe yên ji dil dişînin û berxwedana we, serketina we pîroz dikin. Em jî piştgiriyê didin berxwedana we, armanca me yek e, em ê bi hev re bi ser bikevin. Zarokên herî hêja ji bo azadî û rûmeta vî welatî xwe feda kirin. Gelek pêşeng ji bo vê hêviyê bi rê ketin, bi serbilindî û bi şeref canê xwe feda kirin. Nêzî 50 sal in Rêberê me ji her kesî cudatir li ber xwe dide û gelek destketî afirand.

Asta têkoşînê ya Rêber Apo, careke din ruh da gelê Kurd û hêviyên ji bo azadî û serketinê zêde kir. Ji ber vê yekê dijminatiya li Rêber Apo û tecrîdkirina wî hate şidandin. Dixwazin dilê bi milyonan mirovî di hucreyekê de tecrîd bikin. Lê nizanin ku niha dilê bi milyonan mirovî bi îdeolojiya Rêber Apo lê dide.

'BÛ QÎRÎNA BI HEZARAN SALÎ'

Dema ku em bala xwe didin ser rewşa gel û welêt, hêrsa me ya li dijî dijmin mezintir dibe. Bi hezaran berxwedêr bi pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz li pêşiya çavên dinyayê ji bo rêber, gel û welatê xwe canê xwe feda dikin. Li çiyayên azad, li warê Leyla Qasim, Viyan Soran, Bakur û Sîrwan dilê me ji bo we lê dide. Em ciwanên xwe yên li dijî dijmin li ber xwe didin pîroz dikin. Bi helwesta xwe hûn bûn qîrîna hezaran salî. Ji cih û warê berxwedanê yê Leylayan, em dengê xwe digihînin we, digihînin Leyla Guven û berxwedêrên din.

BANGA LI GEL Û CIWANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Bi rêya vê nameyê em bang li Başûrê Kurdistanê û ciwanan dikin. Ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re; We têkoşîn, şoreşgerî û welatparêzî hînî me kirin. Niha bi hezaran ciwanên vê xakê ji bo welatekî azad şer dikin. Hûn hêjayî welatekî azad û bi wate ne. Bi Rêber Apo re şerê Birakujiyê bi dawî bû, gelê Kurd li çar aliyên dinyayê hate naskirin û felsefeya xwe dinya hejand.

Zarokên we: Viyan Soran, Sîrwan, Dersim û bi hezaran ji wan, bi fikrên Rêber Apo ji bo vê dozê canê xwe feda kirin. Êdî ji bo paşeroja xwe helwestê nîşan bidin. Dinya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo rabûye ser piyan. Di pêvajoyeke wiha hesas de, li playtexta Başûrê Kurdistanê ciwanekî bedena xwe da ber mirinê. Helwesteke we ya li pêşberî vê yekê nîne. Ciwan tê li ser xaka me ciwanên me dikuje û me mîna nêçirê dibîne.

Li warê Mam Rîşê li Germiyanê ciwanek ji bo rêberê xwe canê xwe feda dike. Bêdengiya heyî li dîroka vî gelî nayê. Bi lezgînî dest ji vê helwestê berdin, li dora Rêber Apo bicivin û xwedî li welat û ciwanên xwe derkevin.

'TEVLÎ TÊKOŞÎNA PÎROZ BIBIN'

Banga me li ciwanan e; ji bîr nekin, ev xak ew war e ku şoreşger û pêşeng Leyla Qasim, Leyla Walî Hisên, Dr. Sîrwan, Aram û Zêrevan bi têkoşîna xwe dijmin lê têk birin. Meşaleya ku wan ji me re hiştine divê venemire. Berevajî divê gur bibe û rêya serketinê ronî bike.

Ciwanno; bala xwe bidin ser şehîdên Şêladizê û Dêrelokê, li şehîdên Qendîlê binerin, bala xwe bidin ser Nasir, Herêm, Denîz, Îmam, Gulîstan, Fadîle û bi hezaran berxwedêrên din. Destê xwe deynin ser dil û wijdanê xwe û dawî li vê bêdengiyê bînin, tevlî têkoşîna pîroz bibin. Bêguman em ê bi hev re xwe bigihînin armanca xwe, em ê bi ser bikevin. Em ê azadiya Rêber Apo diyarî şehîdan, gelê xwe û mirovahiyê bikin."