Gerîlayên HPG-YJA Starê 4'ê Nîsanê pîroz kirin

Gerîlayên HPG-YJA Starê, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîroz kirin. Ji fermandarên HPG-YJA Starê Têkoşîn Toprak û Orhan Bîngol jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadên gerîla hate pîrozkirin.

Ji fermandarên HPG'ê Orhan Bîngol li pîrozbahiyê axivî û got, "Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de desthilatdarîperestî, koletî û mêtingerî qebûl nekir û rojekê jî li xwe, li jiyana xwe nefikirî."

Bîngol diyar kir, 4'ê Nîsanê ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd, lê ji bo gelê Kurd û gelên bindest hemûyan girîng e û got, "Rêber Apo ne tenê rêberê tevgerekê, partiyekê ya jî gelê Kurd e. Bi felsefe, îdeolojî û fikrên xwe di dilê mirovahiyê de cih girtiye. Ji bo gelên Kurdistanê û gelên dinyayê zêdeyî 46 sal in bênavber têdikoşe û têkoşîn gihandiye vê astê. Bi felsefeya xwe ne tenê gelek an jî neteweyekê, dinyayê bi temamî hembêz dike."

Bîngol bal kişand ser mirovên ku mohra xwe li dîroka dinyayê xistine û got, "Bi milyonan mirov li pey Rêberê xwe ne, dane ser şopa wî. Rêber Apo ronahî ye, jiyan e, rêbaza jiyanê ye, hebûne, berxwedan e."

Bîngol diyar kir ku li dijî tecrîdkirina Ocalan divê kes bêdeng nemîne û işaret bi pêngava "Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" kir.

Piştî axaftina Bîngol, gerîla dest bi çandina şitlê daran kir ku her 4'ê Nîsanê bi rengekî kevneşop vê dikin û dûre govend gerandin.

Gerîlayên tevlî pîrozbahiyê bûn ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Koçer: Ji bo 4'ê Nîsanê em nikarin bêjin ku roja rojbûna mirovekî ye, wê rojê di şexsê Rêber Apo de civakeke mirî dihate dîtin çavên xwe li jiyanê vekir. Ji ber vê yekê bûyîna civakekê ye. Dinya tev dilsoziya bi îdeolojiya Rêbertî re dibîne, dewleta Tirk jî ji ber vê yekê ji fikir û nêrînên Rêbertî ditirse. Sedema tecrîda giran a li dijî Rêberê me, ev e. Di şexsê Rêberê me de dixwazin civakê, nirxên mirovahiyê tecrîd bikin. Em ê teqez bi ser bixînin ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û karibe bi rengekî azad bixebite.

Gerîlayê HPG'ê Baz Pîrdogan: Wate û kelecana vê roja pîroz ji bo me gelekî cuda ye; bûyîna Rêberê me çawa ku vejÎna gelekî ye, her şitlên ku em niha diçînin wê biharê şîn bibin û bibin nîşaneya azadiyê.

Gerîlaya YJA Starê Sara Cûdî: Şitlên ku em diçînin sembola berxwedana mezin a Rêberê me ya li Îmraliyê ye. Di vê roja girîng de ku sembola dilsozî û eşqa me ya li azadiyê ye, bang li gelê Kurd dikim ku bi berxwedana xwe têkoşînê mezin bike.

Gerîlayê HPG'ê Dogan Zaza: Beriya her tiştî rojbûna Rêberê me li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Bi saya rêya ku Rêberê me ji bo me û mirovahiyê vekiriye, wê êdî pêşî li komkujî û qirkirinan bê girtin.