Gerîlayên HPG/YJA Star: Komploya 15'ê Sibatê pûç bûye

Gerîlayên HPG/YJA Star bi wesîleya salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê gotin, "Komploya li Rêberê me hate kirin, bi fîzîkî ve sînordar ma û Serokê me bi fikrî timî li gel me ye."

Gerîlayên HPG/YJA Starê têkildarî 20'emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an ji ANF'ê re axivîn.

'RÊBER APO JI BO GELÊ KURD Û GELÊ DIN BÛYE HÊVÎ'

Gerîlayê HPG'ê Ozgur Melezgîrt bi bîr xist ku ew 15'ê Sibatê timî weke 'Rojeke Reş' dibînin û got: "Rêxistina me û gelê me roja 15'ê Sibatê weke rojeke reş îlan kiriye. Ji ber ku hem gelê Kurd, hem jî gelên dinyayê bi demdirêjî di binê desthiladariyê de mane. Hêvî û hesreta gelên bindest a azadiyê, bi derketina Rêber Apo re xwe derketiye pêş. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo derketiye holê ji bo gelê Kurd û ji gelên bindest bû hêviyek. Bi derketina Serokatî re dîroka bi destê desthiladariyê çewt dihat nivîsandin vegeriya li ser xwezaya mirovahiyê. Bi vê yekê re hêstên jiyana azad rû da. Serok Apo jî li ser vê bingehê Tevgera Azadî afirandin. Giyan da gel, giyana berxwedan û têkoşînê derxist holê. Lewma kesên xwedî feraseta qirker û desthiladar ev yek hezm nekirin. Ji ber vê yekê jî êrîş birin ser rêxistinê. Xwestin bi tunekirina Tevgera Azadiyê re, giyana berxwedan û têkoşînê jî têk bibin."

'BI AGIRÊ BEDENA XWE BÛN XELEKEK JI AGIR LI DORA SEROK APO'

Gerîla Melezgirt bi domdarî got: "Cîhan hemû bû yek, xwestin giyana berxwedan û têkoşînê ya ku deng vedayî, bi komployeke navneteweyî dîl bigirin. Ev komplo nedihat wateya tunebûna berxwedanê. Hem gelê me, hem jî tevgera me bi agirê bedena xwe bûn çemberek û li hemberî vê yekê sînga xwe kirin çeper. Her kesî dît ku çand, exlaq û baweriya ku wan li ser lingan dihêle Serok Apo ye. Lewma agir bi bedena xwe xistin û li hemberî vê êrîşa ku ji mirovahiyê nesîbe xwe wernegirtî, li derdora Serokatî bûn çemberek ji agir. Xwedîderketina li serok, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye, xwedîderketina li cewherê mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê jî tişta ji vir û pê ve dikeve ser milên me ew e ku em xwe di rastiya Serokatî de, di felsefeya jiyana azad de û di rastiya Serokatî de kûr bikin, hem di milê fikrî de, hem jî di pratîkê de bikaribin ji vê yekê re bibin bersiv. Divê mirov bi ronahiya ku me ji Serok Apo girtiye bikeve nava hewldanên çalak û pratîkê, bi vê yekê re fikir û ramanên Serokatî şêwazeke xurtirîn belav bike her derê. Divê mirov van bigihîjîne kesên ku di mirovahiyê de israr dikin. Bi vî rengî divê em encamê biafirînin. Ji ber vê erkên dikeve ser milên me têkoşîn û xurtkirina berxwedanê ye, divê em bi fikir û ramanên rast, bi hevaltiya rast tevbigerin, da ku em ji pêvajoyê re bibin bersiv."

'SEROKATÎ BÛ ALTERNATÎFA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST'

Gerîlayê HPG'ê Egîd Timoqî jî komplo şermezar kir û ev nirxandin kir: "Em ketin salvegera 20'an a komploya navnetweyî ya ku li ser Serok Apo hatibû pêkanîn. Em di destpêkê de vê komployê şermezar dikin. Serok Apo bi felsefeya xwe û bi fikrên xwe, ji modernîteya kapîstalîst re bû alternatîf û dijberiyek. Lewma hêzên navdewletî û hêzên komploger, komployek bi vî awayî li Serokatî û li Tevgera Azadiyê kirin. Da ku bikaribin her cûre polîtîkayên xwe li ser gelê Rojhilata Navîn bimeşînin û wan dîl bigirin. Destpêkê xwestin gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bê alternatîf bihêlin. Lewma felsefeya Rêber Apo li ser van hêzan tirs û xofek pir mezin ava kir. Ji xwe yek ji encamên destpêkê yê komployê jî ev e. Serok Apo bi vîna xwe di zindanê de cih daye berxwedaneke mezin."

'SEROK APO BI FIKRÎ TI CARÎ NEHATIYE DÎLGIRTIN'

Gerîla Timoqî bal kişand ser berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Di saya Rêber Apo û berxwedana wî îro tevgera PKK'ê li herêmê de bûye hêzeke sereke. Mînak îro bi fikrên Rêber Apo şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêş ket. Di nava wê şoreşê de hemû netewe dikarin bi hev re bijîn. Sîstema kapîtalîst dibêje bê dewlet kes nikare bijî. Lê belê îro di nava şoreşa Rojava de gel hemû dikarin hevpar bijîn. Serok Apo sedema esaretê weke hevrêtiya kêm pênase kir, em jî weke şervanên azadiyê, weke şervanên Rêber Apo soza hevrêtiyeke rast û têkoşînek mezin didin. Di sala 2019'an de em ê gerîlatiyek pispor nîşan bidin û azadiya Serok Apo wê pêk were. Ji xwe Serok Apo ti carî bi fikrî dîl nehatiye girtin, lê em careke din soza azadkirina Rêber Apo ya fîzîkî ji didin." 

'BI KOMPLOYÊ DIXWESTIN ROJA ME TARÎ BIKIN'

Gerîlaya YJA-Starê Têkoşîn Şirnex jî hestên xwe wiha parve kir: "Serok Apo ji ber komployeke navneteweyî bi destê hêzên komploger dîl hate girtin. Dixwestin bi vî awayî roja me tarî bikin, lê bila bizanibin ti carî nikarin roja me tarî bikin. Serok Apo her çiqas bi fîzîkî ne li gel me jî be, bi mejî û bi fikrî timî bi me re ye û em jî bi serokê xwe re ne. Di van pêvajoyan de tecrîda li ser serokatî zêdetir hatiye tundkirin û peywendiyên me bi serok re hatiye qutkirin. Dixwazin dîlgirtina Serok Apo li hemberî me weke amûrekê bi kar bînin û gerîlayan tine bikin. Lê ev yek jî bila bê zanîn, her ku tecrîda li ser Serokatî giran dibe, derbên me jî girantir dibin, em xurtir dibin û bi vî awayî li hemberî wan şer dikin. Weke gerîlayekê heta dawî em ê li dijî dijmin şer bikin."

'RÊBERTIYÊ MIROVAHÎ LI RASTIYA XWE VEGERAND'

Gerîlayê HPG'ê Baran Dogan da xuyakirin ku heta niha di nava gelê Kurd de serokek weke Ocalan nehatiye û wiha pêde çû: "Heta niha di nava gelê Kurd de Serokatiyeke ku bikaribe civakê bi kûrahî tehlîl bike derneketiye, ji derveyî Rêber Apo. Beriya komploya navneteweyî jî çend caran li hemberî Serokatî sûîqest hatibûn kirin. Nirxên ku Serok Apo ji bo gelê Kurd û ji bo mirovahiyê da avakirin ji bo pergala desthiladar xeterî ava dikir. Lewma Serok Apo jî hate hedefkirin. Xwestin vê yekê bi komployê encam bikin. Nirxên ku di şexsê Serokatî de hatine avakirin gihîştiye asta sazîbûnê. Dibe ku Rêber Apo di warê fîzîkî de dîl hatibe girtin. Lê di warê vîn û sazîbûnê de komplo negihîşt armanca xwe. Îro bi hezaran Serokatî di bin saziya Serokatî de cih digirin. Mirov dikare bibêje ku komploya hat kirin bi temamî hate pûçkirin. Îro bi mînaka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî her kes vê yekê dibîne. Serokatî ne tenê ji ber serokek bû, komplo li ser hat pêkanîn. Serokatî, mirovahiya ku ji cewherê xwe biyanî bibû vegerand ser nirx û rastiya xwe. Ev yek ji bo hêzên navdewletî xeteriyek herî mezin bû. Lewma ev komplo li serokatî hate kirin. Lewma Serokatî bû navenda hemû êrîşan."

'AZADIYA SEROK APO MISOGER E'

Gerîla Dogan destnîşan kir ku komplo pûç bûye û got: "Ji sala 1999'an û vir ve ev komplo hatiye pûçkirin. Gel û gerîla ev yek nîşan dan. Li ser van esasan mirov dikare bibêje komplo pûç bûye. Tişta ku di destên wan de mayî ji warê fîzîkî ve, serokatî ye. Wekî din azadiya Serokatî mîsoger e. Hêvî û xwesteka me ya herî mezin ew e ku bi fîzîkî jî be rizgariya serokatî ya ji tecrîdê ye. Ji ber wê em li ser erkên xwe difikirin, lê hûr dibin û dikevin nava pratîkê. Helbet zor û zehmetiyên xwe pir in. Lê belê gava mijar dibe Serokatî, gava mijar dibe hebûn û tunebûn, zehmetiyên hene jî hemû têk diçin. Ji ber ku em vê yekê ji bo şexsê xwe nakin, ji bo mirovahiyê dikin. Serokatî ev vîn, jiyan û felsefe da me û em jî li ser wê esasê dimeşin. Hêvî, kar û xebatên me jî li ser wê esasê ye. Em ê vê yekê bi serketinê tacîdar bikin."

'DIVÊ JIN SERÎ RAKIN'

Gerîlaya YJA-Starê Avşîn Mîlîtan jî bal kişand ser erka jinê û hestên xwe wiha parve kir: "Rol û mîsyona Serokatî li ser milê jinê barkirî, bû yek ji sedemên komploya neteweyî. Armanca wan ew bû ku bi dîl girtina Serok Apo dawiyê li berxwedan û serhildanê bînin. Lê belê armanca wan pêk nehat. Berevajî ev yek bû sedem ku jin xwe ji koletiyê rizgar bikin û zanebûn pêş bikeve. Berê em Kurd bûn erê, lê em ne di zanebûna Kurdîtiyê de bûn. Lê Serokatî bû sedem ku em xwe zêdetir nas bikin, nexasim jî weke jinekê bû sedem ku ez li hemberî vê yekê serî hil bidim. Me jî weke jinekê xwest serî hil bidin û biherikin nava qadên jinên azad. Armanca me ya sereke azadiya Serok Apo û pêkanîna armanca Serok Apo dayî pêşiya me. Armanca Serokatî dayî pêşiya me jî azadiya jinê ye. Ji ber ku dema jin azad nebe civak jî azad nabe. Lewma kesên ku herî zêde li hemberî vê komployê serî rake, nerazîbûn nîşan bide divê jin be. Armanca me şikandina tecrîda Îmraliyê ye. Ji xwe tecrîd di van demên dawî de tundtir bûye. Bangawaziya min li hemû jinan e ku ji bo azadiya Rêber Apo erkên xwe pêk bînin."