Gerîlayên HPG'ê li herêma Barzanê li leşkerên Tirk xistin

Gerîlayên HPG'ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li yekîneyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla agahî da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 30'ê Nîsanê li herêma Barzanî çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me 30'ê Nîsanê saet 08:20'î li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li ser girê Bayrakê yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"4'ê Adarê, artêşa TC a dagirker li Geliyê Marînos ê Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de li mintiqeyê Tepê Gundê Durê, Tepê Gundê Geliyê Marînos û Tepê Kutusê bi cih bûbû.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 16'ê Nîsanê li Geliyê Marînosê li 4 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî yên artêşa TC a dagirker xistin. Derbên xurt li hemû wesayitên zirxî hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê neçar man xwe ji herêmê vekişînin.

18'ê Nîsanê, artêşa TC a dagirker li qada Kato Marînos a li navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon 23'ê Nîsanê bi rengekî bê encam qediya.

19'ê Nîsanê, hêzên dagirker li qadên Melixa û Çelêcengê yên herêma Faraşîn a navçeya Elkê dest bi operasyonê kirin. Operasyon 21'ê Nîsanê bi rengekî bê encam qediya."