Gerîlayên HPG’ê li Heftenîn û Kato Jîrka çalakî kirin

Gerîlayên HPG’ê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rêze çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku çalakiyên gerîlayan ên di çarçoveyên Pêngavên Şoreşgerî de dewam dikin.

HPG’ê ev agahî da: “Çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Hefteînê ya li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC’ê ya li ser Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin dewam dike. Di vê çarçoveyê de;

27’ê Îlonê saet 12:00’an hêzên em li dijî yekîneyên operasyonê yên li nêzî Girê Şehîd Şêxmûs ê devera Şehîd Kendal çalakiyek kirin. Di vê çalakiya kozik û çeperên dijmin ji sê baskan ve hate lêdan de, 2 leşker hatin kuştin.

Heman demê hêzên me balafirkek keşfê ya bi tîpa Drone jî kirine hedef. Drona bi xurtî lêhate dayîn kete xwarê û îmha bû. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi çekên giran derdorî xwe da ber guleyan. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxlem vegeriyan cihên xwe.

LI DIJÎ WESAYÎTA JI BO LEŞKERAN ALAV DIBIRIN ÇALAKIYA SABOTAJÊ

12’ê Îlonê hêzên me saet 01:00’ê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Mawa û Şehîd Rizger Gever de li dijî Tireke ku amûr ji bo yekîneyên operasyonê ya ji bo herêma dikeve navbera devera Kato Jîrka û navçeya Elkê ya Şirnexê de bi rêbazê sabotajê kirin hedef. Di vê çalakiyê de ku tir bi tememî rûxiya, dagirkeran li qadê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon 14’ê Îlonê bê ku encamek bigire ji qadê vekişiyaye. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxlem vegeriyan navendên xwe.

BALAFIRÊN ŞER QONTARA KAROX BOMBE KIR

27’ê Îlonê saet navbera 15:00-17:30’î balafirên şer ên artêşa TC’ê qontara Karox a girêdayî herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”