Gerîlayên HPG’ê li Geverê 6 leşkerên Tirk kuştin

Hat diyarkirin ku di şerê li Geverê de yê ku di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk pêk hatiye, bi kêmanî 6 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê di 10’ê Cotmehê de şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de bi kêmanî 6 leşker hatine kuştin. HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bedlîs û Dersimê jî agahî da.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI GEVERÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 10’ê Cotmehê de li dijî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku li nêzî Girê Elîşêr ê Geverê ya bi ser Colemêrgê kemîn danîbûn, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Leşkerên ku di dema çalakiyê de ji ber panîkê xwestine birevin Girê Elîşêr jî bûne hedefa hêzên me û li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker jî hatine kuştin.

Heman hêzên dagirker bi şev bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

LI BEDLÎSÊ DI NAVBERA GERÎLA Û ARTÊŞÊ DE ŞER DERKET

Di 8’ê Cotmehê de saet di 18.00’an de gerîlayên li nêzî Ava Korcanê ya Qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê rastî leşkerên Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Piştî şer artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon di 11’ê Cotmehê saet di 09.00’an de bêyî ku encamekê werbigire bi paş ve hatiye kişandin. Gerîlayên me yên ku ketine şer jî, bi silametî gihiştine baregehên xwe.

LI DERSIMÊ OPERASYON

Di 7’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Geliyê Harçîkê yê Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker li qadê kemîn danîne û di 9’ê Cotmehê bi şev, bêyî ku encamekê werbigire, operasyon bi paş ve kişandine.

LI ÇELÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Di 25’ê Nîsana 2017’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker  qada Ertûş a Çelê ya bi ser Colemêrgê bomberdûman kiribû. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Harûn gihiştiye şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Harûn Xwînrej
Nav û Paşnav: Naîm Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Fatma - Mehdî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 25’ê Nîsan 2017

Rêheval Harûn Xwînrêj (Naîm Demîr) di sala 1996’an de li Colemêrgê ji dayîk bûye û di derdor û malbateke welatparêz de mezin bûye. Heval Harûn ji roja ku beşdarî nav refên gerîla bûye, bûye xwediyê kedeke fedakar û li qada Zagrosê ya ku şerên giran lê diqewime têkoşiyaye. Em sozê didin hemû şehîdên Kurdistanê û heval Harûn, heta ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin em ê têbikoşin. Di serî de malbata Demîr em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin.”