Gerîlayên HPG'ê li Çelê li artêşa Tirk xistin, gelek leşker mirin
Hate ragihandin, gerîlayên HPG'ê şeva 25'ê Tîrmehê li leşkerên Tirk ên li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.
Hate ragihandin, gerîlayên HPG'ê şeva 25'ê Tîrmehê li leşkerên Tirk ên li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, gerîla şeva 25'ê Tîrmehê li çeper û baregehên artêşa Tirk a li girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin.
Tê gotin ku gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de hîn daxuyaniyek neweşandiye.