Gerîlayên HPG’ê derb lê xistin: 9 tîmên taybet hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê bi ser konwoya leşkerî de ku ji 50 wesayitî pêk dihat û ji Geverê ber bi Şemzînanê ve diçû çalekiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî hate rûxandin, bi kêmanî 9 tîmên taybet hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji jêderên xwecih hatine wergirtin şeva ku 21’ê Tîrmehê bi 22’yê Tîrmehê ve girêdide, saet 00.030’î gerîlayên HPG’ê li dijî konvoyeke leşkerî ya ku ji 50 wesayitî pêk dihat û ji Geverê ya Colemêrgê ber bi Şemzînanê ve diçû çalakiyeke kemînê hatiye danîn. Di çalakiya kemînê de ku di navbera taxên El û Meydanê ya Şemzînanê de pêk hat, wesayiteke zirxî hate rûxandin, di çalakiyê de 9 leşker hatin kuştin.

Jêderên xwecih diyar kirin piştî çalakiyê leşkeran li sivîlên derdorê reşandine, heta ku qerqoteya wesayitê rakirine nehiştine ku kes ji malên xwe derkevin.

Her wiha duh saet 13.00’ê gerîlayên HPG’ê bi ser Girê Koordîne yê Çelê de çalakiyek li dar xistin. Derbarê çalakiyê hê HPG’ê daxuyanî nedaye.

Gerîlayên HPG’ê  berê vê sibehê saet 05.00’an bi ser Qereqola Qale ya Meganişê ya Çelê de ji du baskan ve çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de gelek kozikên leşkeran hatin rûxandin. Derbarê çalakiyê agahiyên berfireh vê gavê nayê zanîn.