Gerîlayekî di hembêza çiyê de: Goran

Leheng niha li hembêza çiyê radizê. Navê wî Goran e. Goran ê ku bi lehengî şer kir. Goran herî dawî wiha gotibû, "Wateya hezkirin, azadî û Kurdîtiyê sedema bingehîn a tevlîbûna min li nava refên PKK'ê ye."

Dema ku min bihîst ew tevlî nava karwanê nemiran bûye diyaloga me ya destpêkê hate bîra min. Nizanim ji ber çi ye, lê belê her ku mirov dibihîze ku yek tevlî karwanê nemiran bûye, yekser li serî vedigerin.

*"Heval xuya ye ku gelekî ji Xantûrê hez dike.

* Wele ew hîn bêhtir ji me hez dike.

* Dema ku min navê de bihîst min got tu hevalekî ji Başûr e. Navê te Goran e?

* Divê em navê her devera ku bêxwedî maye hildin. Xaka Başûrê Kurdistanê ew beş e ku herî zêde êş kişandiye. Û min qet nedîtibû. Lê ez li vir gerîla me û min navê xwe kir Goran. Yekemcar min bi daxwaza xwe navek hilbijart û ez ê bi vî navî bijîm."

Leheng niha li hembêza çiyê radizê. Navê wî Goran e. Goran ê ku bi lehengî şer kir.

Dema ku ev dîmenî wî gihîşte ber destê min û min rola wî ya di şer de û şehadeta wî bihîst, hin gotin hatin bîra min. Gelo ez ê bi kîjan gotinan qala Goran bikim. Kîjan gotin wê lehengiya wî hilde ser milê xwe.

'DI NAVA PKK'Ê DE HÎNÎ WATEYA HEZKIRINÊ BÛM'

Herî dawî dema ku min Goran dît ji min re wiha gotibû: "Wateya hezkirin, azadî û Kurdbûnê sedemên bingehîn in ku min gihand nava refên PKK'ê. Û sedema herî mezin jî hevrêtî ye. Hezkirin û wate jiyana gerîla bû. Kêm jî be hişmendiya min a neteweyî hebû, bi qasî ku dayika min hînî min kir. Dilsoziya bi xakê re ji bo me pîvanek e. Azadî jî tiştekî welê ye ku hûn nikarin ji nedîtî ve bên. Di nava PKK'ê de yekane tişta ku bi demê re her tim di nava lêgerînê de ye azadî ye. Koletî ji bo me tercîhek nîne, lê belê azadî pêwîstî ye, mecbûrî ye. Bi vî fikrî tevlî nava refên gerîla bûm."

'GERÎLABÛYÎN DILSOZIYA BI DOZA GEL RE YE'

Gerîlbûyîn jinûve şînkirina jiyanê ye li çiyayên Kurdistanê. Gerîlabûyîn guhertina çarenûsa gel e. Gerîlabûyîn dilsoziya bi doza rizgariya gel e, şerê di vê oxirê de ye.

Gerîlabûyîn mîna bombeyekê teqîna li nava dilê faşîzmê ye, li cihê ku neheqî û zilm lê heye. Gerîlabûyîn Goranbûyîn e. Gerîlabûyîn baweriya bi guhertinê ye. Ev dîrok divê bê guhertin, ev êş divê bi dawî bibe. Divê ev gel bêhna azadiyê bike.