Gerîlayê HPG'ê Cûdî Serdem: Em ê vê tecrîdê bişkînin

Ji çiyayên azad gerîlayê HPG’ê Cûdî Serdem derbarê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku “Em bi biryar in ku em vê tecrîdê bişkînin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Ji çiyayên azad gerîlayê HPG’ê Cûdî Serdem derbarê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ew bi biryar in ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin.

Gerîlayê HPG’ê Cûdî Serdem got ku, “Em komploya li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin. Tecrîda ku niha li ser Rêberê me tê meşandin tecrîdeke navnetewî ye, ji ber ku Rêberê me ji aliyê hêzekê tenê nehatiye girtin. Ji aliyê gelek hêzên navneteweyî ev komplo û tecrîd tê meşandin. Em gerîla dizanin ku bi rêya têkoşînê ev tecrîd wê were şikandin. Ji bo şikandina tecrîdê jî divê têkoşîn were geşkirin. Bi saya têkoşîna berxwedana grevên birçîbûnê derzek li tecrîda li ser Rêber Apo hate xistin, çend caran bi Rêber Apo re hevdîtin hatekirin. Lê dagirker di çarçoveya taktîkî de nêzî vê meseleyê bûn, piştî demeke din dîsa tecrîd domandin.

Wateya berdewamkirina tecrîdê tê wateya tunekirina gelê Kurd. Lê vê xeyala dagirkeran hatiye şikandin, êdî her kes dizane ku ev derfet di destê dagirkeran de nemaye. Pêwist e em tevgera azadiyê û gel têkoşîna xwe geş bikin. Heke têkoşîneke xurt were weşandin, wê dagirkerî têk biçe û tecrîd bişkê. Hêviya me heye ku em ê tecrîdê bişkînin. Em bawer dikin ku wê sala 2020’an bibe sala şikandina tecrîdê. Em bang li gelê xwe û ciwanên xwe dikin ku erkên dikevin ser milê wan, divê pêk bînin. Pêwist e ciwanên me tevlî nav refên gerîlayan bibin. Ji salên borî zêdetir divê em têbikoşin. Em gerîla jî ji têkoşînê re amade ne, ku em ê tecrîdê bişkînin. Bi berxwedan û xebatên xwe em ê bi ser bikevin. Careke din tecrîd û komploya li ser Rêber Apo şermezar dikim.”