Gerîlayê HPG'ê Bargiran Erkendî li Mexmûr hate bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Bargiran Erkendî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh şehadeta wî ragihand, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hate bîranîn.

Şehîd Bargiran Erkendî îro li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê hate bîranîn.

Bi navê şêniyên wargehê Hecî Kaçan li merasîmê axivî û di şexsê Bargiran Erkendî de şehîdên Cenga Hewftanînê û Têkoşîna Azadiyê bi bîr anî.

Hecî Kaçan diyar kir ku Bargiran Erkendî jî mîna gelek hevrêyên xwe di parastina Mexmûrê û Kerkûkê de li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin kir û got, "Ji ber ku em xwedî kesayetên mîna Şehîd Bargiran in, em bi ser dikevin. Ti hêz û teknîk wê nikaribin bi me. Êşa me çiqasî giran jî be, em bi pakrawanan şanazin. Hêza dagirker a dijmin wê bi ruhê van pakrawanan bê hilweşandin."

Bi navê malbata Erkendî Şiyar Erkendî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.