Gerîlayan qala Atakan Mahîr kirin

Ji fermandarên efsanewî yê HPG'ê endamê Konseya Fermandaran Atakan Mahîr ji aliyê hevrêyên xwe ve hate vegotin. Firat Cesûr ê HPG'î û Sema Gabar a YJA Starê bal kişandin ser kesayetiya komunal û civakî ya Atakan Mahîr.

Bi wesîleya salvegera şehadeta endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Konseya Fermandaran a HPG'ê Atakan Mahîr, hevrêyên wî axivîn û qala wî kirin.

Ji Fermandarên HPG'ê Firat Cesûr diyar ikr ku sala 1998'an wî li Dersimê Atakan Mahîr nas kiriye û got, "Fermandarê m eyê yekîneyê bû. Piştî ku tevlî bûm bi çar rojan tevî hevalê Atakan em çûn perwerdeya sekvaniyê û min bi çeka wî sekvanî kir."

Firat Cesûr anî ziman ku rêbaza fermandariyê ya Atakan Mahîr ji erkê bêhtir xwe dispart bandorê, berpirsyariyê û feraseta komunal. Diyar kir ku wî bi hêza xwe ya bandorê hevalên xwe xurt dikir.

Gerîla Firat Cesûr bal kişand ser taybetmendiya perwerdekar a Atakan Mahîr û got, "Hevalê Atakan Mahîr bi rengekî cuda nêzî perwerdeyê dibû. Bi tecrûbe, hêza xwe ya analîzê û tevlîkirina hevalan hevalekî şareza bû." Firat Cesûr diyar kir ku wî Atakan Mahîr bi giranî bi jiyana wî ya bi rengê derwêşan nas kir û got, "Her tim perwerde dikir, xwe jî perwerde dikir."

Firat Cesûr destnîşan kir ku gelê Dersimê gelek tişt ji wî hîn bû, ew jî ji gelê Dersimê gelekî hîn bû û ragihand, "Hevalê Atakan kesayetên raperîner ên Dersimê nas kir, li tecrûbeya wan guhdarî dikir, bi tecrûbeya wan xwe hîn şareza dikir û bi vî rengî gelek tişt bi hevrêyên xwe û gelê xwe parve dikir."

Gerîlaya YJA Starê Sema Gabar anî ziman ku wê di sala 2011'an de Atakan Mahîr li Dersimê nas kir û got, "Hevalê Atakan têkiliya wî bi hevalan re germ bû. Mîna ku demeke dirêj e bi hev re ne sohbet dikir, ne tenê bi min re bi hemû hevrêyan re. Rêbazeke xwe ya welê hebû ku mirov timî pê dihesiyan ku ji hevrêyên xwe hez dike, hevalên xwe hêja dibîne."

Sema Gabar diyar kir ku Atakan Mahîr bi nêzîkatiya 'ew hevrêyên min e, di vî şerî de ye, ji bo vê di nava ked û hewldanan de ye' tevdigeriya û "Hevalê Atakan Mahîr li ku deverê bûya heval dixwestin li wê deverê bin. Ew li mirovan difikirî, mirov hêja didît, helwesteke xwe ya bi vî rengî hebû. Hevalê Atakan Mahîr bi taybetî bi hevalên ku zehmetî dikişand re eleqedar dibû."

Bi domdarî got, "Hevalê Atakan tevî ku bi salan di nava şer de bû min rojekê nedît ku bêmorale. Ev yek ji bo şoreşgerekî taybetmendiyeke gelekî girîng e. Moral, kelecan, daxwaza jiyanê û hêvî pêşkêş dikir. Dixwest tecrûbeyên xwe parve bike, taybetmendiya wî ya 'civakî' girîng bû. Hevalê Atakan şexsiyetek nebû, ew kesaytekî civakî bû. Ne tenê ji bo xwe bû, ji bo heval, hevrê û pîvanên partiyê bû. Civak bû. Cewhera civaka PKK'ê bû."