Gerîlayan li Lêlikanê li dagirkeran xist

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Lêlîkan ê Sîdekanê li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîlayên HPG û YJA-Star a li Lêlîkanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Roja 3’ê Adarê saet 13:45’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Lêlîkan yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi rêk û pêk bi obus û topên hawanan herêm bombe kiriye.”