Gerîlayan ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kirin.
'EM Ê HETA AZADIYA RÊBERÊ XWE TÊBIKOŞIN'
Xebat Serhat, ku nekarî xwe li dîlgirtina Ocalan rabigire û tevlî nava refên gerîla bû, ji bo azadiya Ocalan bang li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê kir ku têbikoşin.
Xebat Serhat got, "Ji rojên ku em nikarîbûn bi rengekî azad li ser axa xwe bi zimanê xwe baxivin, em gihîştin van rojan ku ji bo azadiya hemû gelên cîhanê têdikoşin. Eger em îro dikarin qala nirxên neteweyî, jiyaneke azad ji bo mirovahiyê bikin û di vê oxirê de têdikoşin, ev bi saya Rêberê me ye. Ji ber vê yekê, em 4'ê Nîsanê weke roja azadbûna gelên Kurd û Kurdistanê dibînin. Vê rojê weke roja rizgariya mirovahiyê dibînin û pîroz dikin.
Di 15'ê Sibata 1999'an de dema ku Rêberê me bi komployeke 'navdewletî' dîl hat girtin, tevlî nava refên gerîla bûm. Min nekarîbû dîlgirtina Rêberekî ku bû hêviya gelan, qebûl bikim. Min nikarîbû tarîkirina 'roja gelên bindest' ji nedîtî ve bihatima. Dîlgirtina Rêberê me, ku roja hemû mirovahiyê ye, dîlgirtina min jî bû. Ji ber vê yekê tevlî nava refên têkoşînê bûm. Ji ber vê yekê ez ê şerê xwe yê azadiyê, heta azadiya Rêberê me û mirovahiyê bidomînim."
BANGA JI BO TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN BERXWEDANÊ
Gerîla Serhat bang li hêzên demokratîk û sosyalîst kir, ku dîlgirtina Rêberekî ji bo azadiya mirovahiyê têdikoşe qebûl nekin, ji bo cîhaneke azad û lê bê jiyîn, ji bo azadiya Ocalan tevlî nava refên berxwedanê bibin.
'ROJBÛNA RÊBERTÎ, AZADBÛNA JINÊ YE'
Gerîlaya YJA Starê Şevîn Dîjle jî anî ziman, 4'ê Nîsanê ji bo gelên Kurdistanê xwedî wateyeke pîroz e û got, "Rojbûna Rêbertî rojbûna me jinan e. Jinên ku bi hezaran salan e hebûna wan nayê qebûlkirin, bi saya têkoşîna Rêberê me li hebûna xwe egeriyan. Weke gerîlayên jin, em li çiyayên azad, bi meşandina têkoşîna azadiyê ya Rêberê me pêşkêşî me kir re, bi xwe xurtirinê re em hewld idin hêjayî Rêbertî û gelê xwe bin. Çawa ku Rêberê me dibêje 'jin azad nebe, civak azad nabe', weke jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin, em dibêjin azadiya Rêberê me azadiya hemû gelên cîhanê ye. Em ê Rêberê xwe ji nava tecrîda li Îmraliyê derxînin, azad bikin û bi vê yekê re hemû mirovahiyê azad bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê ji bo azadiya Rêberê xwe şer bikin."
'EM Ê TECRÎDÊ QEBÛL NEKIN'
Gerîlayê HPG'ê Xebat Cûdî 4'ê Nîsanê pîroz kir û got, "Bi jidayikbûna Rêberê me re gelê Kurd li dijî her şêwe mêtîngerî û asîmîlasyonê ji nû ve zindî bû. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, ku Rêberê me di nava mercên giran ên tecrîdê de pêşkêş kir, bû hêvî ji hemû mirovahiyê re. Felsefeya jiyanê ya Rêberê me, jiyaneek bi rengekî azad, wekhev û bi hev re ya gelan nîşan dide. Felsefeya jiyanê ya Rêberê me felsefeya mirovahiya azad e.
Cûdî destnîşan kir, ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîda giran a li Girava Îmraliyê, ji bo wan gelekî dilêş û giran e û got, "Soz didim ku ji bo azadiya Rêberê me, bi ruhekî fedayî ez ê têbikoşim."