Gerîlayan: Di 14’ê Tîrmehê de berxwedan ji bo me mîras hêlan

Gerîlayên HGP’ê, diyar kirin ku di berxwedana 12’ê Tîrehê de ji bo wan rûmet û têkoşîn weke mîras hiştine, berxwedan bi jiyanê vegerandin. Gerîlayan, peyaman wê xwedî li vê mîrasî derbikevin û têkoşînê mezin bikin dan.

Gerîlayên HGP’ê, bi boneya salvegera Berxwedana 14’ê Tîremehê ji ANF’ê re nirxandin.

‘RÛMET Û BERXWEDAN JI BO ME MÎRAS HIŞTIN’

Gerîlayê HPG’ê Reşîd Rodî yê ku ev mîrasê ku têkoşîn heta vê demê anî û diyar kir ku wê xwedî li vî mîrasî derbikevin. Rodî wiha axivî:

 “Em şehîdên xwe yên wê demê û beriya wê û piştî wê agirê têkoşîna azadiyê geşkirin, bi qehremanî li ber xwe dan hemû şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Têkoşîna ku wê demê li dijî zilim, zet û êşkenceyê hate dayîn, niha ji bo têkoşîna îro weke roniyekî mezin ku pêşiya me ronî dike û bi hêz e. Em ti demê ji bîr nakin ku mîrasê têkoşîna me ya wê demê veguhezand vê demê ti caran ji bîr nakin. Berxwedana wê demê di Zindana Amedê de hate kirin li gelek zindanên welat hatin birêvebirin. Têkoşînekî li dijî faşîzmê, di serî de li dijî înkara Kurdan, li dijî rûmeta mirovahiyê û şikandina vîna gelê Kurd hate kirin. Ew têkoşîn di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo hemû tevgerên şoreşger ên li dijî» faşîzmê li ber xwe didan bû mîladek. Serdemek nû afirand. Berxwedan vegeriya jiyînê, goş xwe li hestî pêça. Têkoşîna wê demê hate kirin ji bo têkoşîna îro bû bingehek. Di roja me ya îro de gelek destkeftiyên ku hatine bi qezençkirin bi saya berxwedana wê demê pêk hatiye. Ji bo her kesê bû hêviyek ya jiyanê. Ruhê berxwedanê yê wê demê hate avakirin, di dîroka PKK’ê de rê li ber demekî nû da vekirin. Diyar kir ku wê têkoşîna PKK’ê li ser kijan profîlî bimeşe nîşan da. Dîsa bû rênîşana li dijî faşîzmê êdî ne tenê berxwedan bi çek, berxwedanekî hê bi hêz, hê berxwedanek mezintir bê kirin.

 ‘PKK BI BERXWEDANA MEZIN BÛ’

Rodî yê ku destnîşan kir ku PKK li her qadê li ber xwe dide û xwe nû dike wiha pêde çû:

“Ruhê berxwedan û têkoşînê yê wê demê hate avakirin, piştî 35 salan li pey xwe deskeftiyên mezin hêla, weke mîrasekî hê bi hêz ma. Ruhê berxwedanê yê wê demê hate xuliqandin û têkoşîna hate kirin ji bo me jî di vê demê de rastiye da avaklirin. Bingeheh da avakirin, mîrasek hişt.

Ji bo xwedîderketina li wî mîrasî û têkoşîna wê demê dihate birêvebirin de, qat ve qat li her qadê birêvebirin û xwdîlêderketine. Ji bo wê jî her demê PKK bû tevgerekî nûjen, vîzyon û derdorî xwe pêşxit. Dema ku weke tevgerekî Kurd niha li Rojhilat Navîn, hem jî li cîhanê li ser hemû gelan bandorekî mezin kiriye. Di serî de li ser firkir û perspektîfên Rêbertiya me ya li ser demokrasiya cîhanê, dide nîşandan ku têkoşînekî li ser berxwedana wê demê hate kirin pêwîst e.

Ya ku ji em tê xwstin; berxwedana 14’ê Tîrmehê baş fêm bikin, peyamên pêşengên têkoşîn û van peyaman li ser çi bingehî rêbirêve bibin, mezinkirin û xurtkirina wê baş fêm bikin, têkoşînê bi wê rêbazê bidomînin.

 ‘BI TEQEZ EM Ê ÇALAKIYA XWE BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ’

Rodî yê ku bibîr xist ku destkeftî û têkoşîna di demên dawî de tên kirin çavkaniya xwe ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê digire û wiha got:

“Têkoşîna ku îro li çar parçeyên Kurdistanê tê birêvebirin, bingeha xwe ji berxwedana 14’ê Tîrmehê û ji berxwedanên mezin ên partiyê yên wekî vê girtiye û bi rêve biriye. Têkoşîna mezin a li Şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê tê birêvebirin êdî ketiye nava demar û xwîna gel û deskeftiyên siyasî bi destxisiye. Li Ewropa û cihanê xwe îspadkiriye û gihiştiye asta têkoşînekî tê naskirin. Hêzên bi çek ên li Şengalê dayî avakirin, yekîneyên parstina gel, li Rojava êdî sînorên Rojava derbaskiriye û li dijî hêzên faşîst têkoşînê birêve dibe. En niha encamên têkoşînekî her ku diçe mezin dibe û pêş dikeve dibînin. Rastiya li Rojav û Şengalê heye, rastiya têkoşîna ku li van qadan hate meşandin heye, rastiya gel heye. Yekîneyên parastina gel heye. Ev jî di dîrokê de bi rastiya têkoşînê ve hatiye afirandin.Ev di serî de li ser berxwedana zindaniyên Amedê yên li dijî faşîzmê serî netewandin û rastiya têkoşîn wan dan hetiye avakirin.

Êdî ne li ser kadroyên pêşeng ên li ber xwe didin, ev fikir li her qadên civakî li her herêmê tê hîskirin û birêve diçe; xwe hê zêdetir nû kiriye û konsepta xwe pêşxistiye. Weke milîtanekî HPG’ê , weke mirovekî Kurd, li dijî van şêweyê, li dijî polîtîkayên tienkirin, îmhakirin, tine hesibandin hê xurtir divê em têkoşîna xwe bidomînin. Êdî her tişt zelal e. Tişta ku em dixwazin bikin, tişta ku em dixwazin li hev bikin, rastiya serkeftinê bi zelalî li pêşiya me ye.

Zext û tecrîda li ser Rêbertiya me di esasî de li ser gelê Kurd bi xwe ye. Di kesayeta Rêbertiyê de dixwazin gelekî tine bikin. Divê em van baş bizanibin û û baş binirxînin. Bi hêviya ku her çalakiya em bikin wê me bigihîne serkeftinê li ber xwe bidin û em qet winda nakin.

EM TÛ CARAN JIBÎRNAKÎN!

'Em şopdarên Berxwedana 14'ê Tîrmehê ne'

Di wan deman de hevalên me li dijî êşkenceyên ku dihatin kirin baweriya wan a dîtina serketinê hebû. Ewqas zilim û êşkence, dibin zextan de ev baweriya wan hebû, pêwîste em vê bawriya wan bihêztir berdewam bikin. Bi peyamên wan û têkoşîna wan dayî pêwîsete em şerê xwe û têkoşîna xwe berdewam bikÎn. Wiha xwedî wê têkoşînê berkivîn û bi vê wate tê qezenckirin. Têkoşîna ku di wê demê te dihat kirin û darbeya mirinê ku li dijmin didan niha baş tê dîtin. Em ti caran wan pêkanînên ku rûmeta mirovan dixistin bin lingê xwe jibîrnakîn. Di wî demî de hevalên ku ku ew pêkanîn li ser wan dihat kirin û li dijî wan pêkanînan li ser lingan disekînin û têkoşîna xwe berdewam kirin niha sedemê hebûna meye.Yên ku pêşengê vê têkoşînê dikirin Tirk bûn gelê Karadenizê bûn. Têkoşînek bû ku ne tenê ji gelê Kurd pêk dihat. Niha gelê Ereb, gelê Suryanî, gelê Asûrî, gelê Tirk û gelê biyanî ji di nava vê têkoşîna mezin de bûn. Em niha vê li Şengalê, Rojava û çiyayên Kurdistanê dibînin. Bingehê pêngava Şehîd Nalîn Mûş û Şehîd Bedran Cûdî ji vê derê tê. Em şopdarên li dijî faşîzmê têkoşîn kirinê ne. Em ê bi awayekî bihêz xwedî li vê têkoşînê derbikevin."

'BERXWEDANA KU PÊŞÎ LI FAŞÎZMÊ GIRTIYE'

Gerîlayê HPG'ê Aytan Tatvan ji ev nirxandin kir:

"Berxwedana 14'ê Tîrmehê; ji nû ve dayikbûna mirovahiyê, vejîn û bi gotina Rêbertî derxsitina gelê Kurd a ji goristanê ye. Hevrêyên me Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yîlmaz, Alî Çîçek bi berxwedana mezin re ev têkoşîn pêkhat. Beriya vê ji Berxwedana 17'ê Gûlanê heye. Berxwedana mezin a hevalên me Mahmût Zengîn, Eşref Aynik, Necmî Oner û Ferhat Kurtay hebû. Di rastiyê de ev weke xeleqek a berxwandanê hev şopand. Li dijî mêtîngeriya Tirk a faşîst ku rêberên me yên mezin berxwedana mezin û herî dawî rojiyên mirinê re têkoşîna derxistina gelê Kurd a ji goristanê ye û şerê vejînekî mezin bû! Ger em qala wê pêvajoyê bikin, şêweyê berxwedaê, çawe mezinbûn û çawe gihişt vê astê, ji girtîgehan bajaran, ji bajaran ber bi çiyayan ve, ji çiyayan ber bi metrepolan ve û çawe derbasî aliyan bûye em dibînin. Em ji çar parçeyên Kurdistanê bigrin û heta gelek cihên Ewropayê ve berxwedan pêl bi pêl mezin bû. Dewleta Tirk a mêtînger bê navber li dijî gelê Kurd pêkanînin zext, dagirkerî, politîkayên qirkirinê, bi taybet qirkirina çandî bigre heta asimîlasyonê bi vê berxwedanê re bi dawî bû. Ev berxwedan ji bo me, ji bo gelê Kurd, ji bo hevrêyên şoreşger giringiyekî mezin a xwe heye. Armanca me ya bingehîn; xwedî derketina li vê berxwedana ku tê jiyîn, hebûna mîrasê ku heyî û ala ku rakirine ji bo hêj bêhtir bibin pêş û di dawiya şoreşê de tacîdar bikin."

Tatvan herî dawî wiha got:

"Di pêvajoya 12'ê Îlonê de gelê Kurd hatibû şikandin, gelekî tine ku hebûna wan tine dihat dîtin û di hemû serî rakirinan de, serî hatî tewandin, qetlîam li ser wan hatî û gelekî kı şandibûn koçbertiyê bû. Di fermana Şark Îslahat de ji bi awayekî vekî hatiye derketiye holê. Politîkayên qirkirinê, koçberbûnê, bixwazin çawe li kîjan cihî danîn û asimîlasyon li ser gelê Kurd pêkan bûn. Berxwedana 14'ê Tîrmehê di rastiyê de ji bo kesên bindest, karker, kedkar, gundî , hemû gelên bindest, ji jinan heta ciwanan, ji kalan heta hemû kesiman, ji bo her temenî li dijî faşîzma mêtîngeriyê tevgerkî a sekinandinê ye.

Hevrê Mazlûm Dogan û Hayrî Dûrmûş ku li dadgehê li dijî hemû êşkence û zilmê parastina ku kirin Berxwedana 14'ê Tîrmehê pêk hat. Berxwedana 14'ê Tîrmehê têkoşînekî ji zilim, koletî, zext û emperaylîzmê re got bisekine. Destpêka têkoşîn û berxwedanekê ye. Agirê destpêkê hevalê Hakî Karer li Dîlokê pêxist. Bi şehadeta wî re tevgera partÎbûnê destpêkir. Çalakiya berxwedanê ya hevrê Mazlûm Dogan li dijî tasfiyetiyê, pirsgirêkên di hundir de, li dijî teslimyetbûnê berxwedanekÎ ku sekinandinê bû. Hevrê Ferhat Kurtay jî temamkarê hevrê Mazlûm bû."