Gerîlayan bang li cerdevanan kirin: Dest ji çeka dewletê berdin

Gerîlayên ji malbatên cerdevan bang li malbatên xwe kirin ku dest ji çeka dewleta Tirk berdin.

Operasyonên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê hem li Başûr hem jî li Bakurê Kurdistanê dewam dikin. Cerdevanên ku didin pêş operasyonan herî dawî tevlî operasyona dagirkirina Başûrê Kurdistanê bûn. Artêşa Tirk cerdevan tevlî operasyona li herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê kirine û berê wan dane mirinê. Gerîlayên YJA Starê ku malbatên wan cerdevan in bang li malbatên xwe kirin ku tavilê çeka dewleta Tirk deynin.

http://anfnews.tv/files/1011-gerillalardan-koruculara-silahlar-brakma-cagrs.mp4

CERDEVANÎ KEVNEŞOPIYA DEWLETÊN EMPERYALÎST E

Gerîlaya YJA Starê Berxwedan Serhat diyar kir ku malbata wê di nava sîstema cerdevaniyê de cih digire û bang li malbata xwe kir ku dewleta Tirk ji aliyê aborî ve bi xwe ve girê daye. Gerîla Berxwedan Serhat bi bîr xist ku hemû dewletên emperyalîst weke polîtîkayeke sereke; civakê destpêkê xizan dikin û piştre bi rêya aborî bi xwe ve girê didin û diyar kir ku delweta Tirk jî sîstema xwe ya cerdevaniyê li ser vê bingehê ava kiriye. Berxwedan Serhat destnîşan kir ku cerdevanî dewama kevneşopiya Alayên Hamîdiye ye û got, "Mixabin malbatên me di nava vê çerxa sîstemê de hene. Yek ji van jî malbata min e." Berxwedan Serhat bi dewamî got, "Malbata min ku pêwîstiya xwe bi derfetên aboriyê heye, xwe dispêre madiya dewletê û bi vî rengî dijî. Mixabin ev nezantî ye." Berxwedan Serhat herî dawî diyar kir ku weke şevanên azadiyê ew axa xwe rizgar dikin û bang li malbata xwe kir ku çeka dewleta Tirk deyne.

DEST JI ÇEKA DEWLETÊ BERDE

Gerîlaya YJA Starê Rojîn Serhildan jî ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye da xuyakirin ku malbata wê jî leşkerên bi pere ye û bûye sedema şehîdbûna gelek gerîlayan. Serhildan destnîşan kir ku ew li ber malbata xwe rabû, bi vî rengî derket serê çiyê û got, "Beşek ji têkoşîna me li dijî malbatên me ne. Ev yek jî rê li ber rewşeke zehmet vedike. Li vê derê hevrêyên me şehîd dibin. Û tu dibîne ku di vir de para malbata te heye. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye." Gerîla Serhildan herî dawî bang li malbata xwe kir ku dest ji çeka dewletê berde û rahêje çeka partiyê.

CERDEVANÎ SÎSTEMA PARÇEKIRINA KURDISTANÊ YE

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Goyî ku ji herêma Botanê ye, li ser sîstema cerdevaniyê got, "Herî zêde cerdevan tevlî şer dibin. Ev jî kekên me ne, ap û xalên me ne. Dewlemendên li Tirkiyeyê zarokên xwe naşînin şer. Lê belê çekê didin destê Kurdên ku pêwîstiya wan bi pere heye."

Goyî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Cerdevan jî tevlî operasyona li herêma Xakurkê dibin. Armanc ji tevlîkirina cerdevanan ew e ku bira bi bira bidin kuştin. Ev jî rêbazeke din a komkujiyê ye." Gerîla Goyî herî dawî bang li malbata xwe kir: "Di operasyonan de yên derkevin pêşiya we zarokên we ne. Yanî em in. Daxwaza me ne tenê azadiya me ye, daxwaza me azadiya we û gelê me ye."