Gerîlaya YJA-Starê Yuksel li gundê wê hate veşartin

Gerîlaya YJA Starê Nûdem Nûrhak (Turkan Yuksel) ku li Botanê Nîsana 2017’an şehîd bûyî, li gundê ku lê çêbûyî, li Kantarma ya Elbîstanê hate veşartin.

Gerîlaya YJA Starê Turkan Yuksel (Nûdem Nûrhak) ku 2017’an, li Botanê, li qada Kato Jîrka di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûyî, ji hêla malbat û dostên wê ve cenazeyê wê ji goristana bêkesan a Şirnexê hate standin 3u li gundê Kantarma a Elbîstanê ya  Meraşê hate veşartin.

Cezaneyê gerîlaya YJA Starê Nûdem Nurhak, ku di êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de, a di 22-28’ê Îlona 2017’an a li ser Jîrka Kato, şehîd bûbû, li Şirnexê li goristana bêkesan hatibû veşartin. Ji ber sedema ku dewletê bi zanebûn pêvajoya diyarkirina DNA’yê bi derengî xist, malbatê bi derengî, duh cenazeyê Nûrhak ji Şirnexê stand û li gundê Kantarma ya Elbîstana Meraşê veşart.

POLÎSAN ASTENGÎ DERXIST

Cenazeyê Nûrhak bi derengî gihaşte gundê ku lê çêbûyî. Emniyeta Tirk astengî li ber merasîma cenaze danî. Di merasîmê de wekîlên HDP’ê Nûran Imîr û Ayşe Surucu, aktîvîstanên TJA’y’ê û HDP’yî hazir bûn. Dema veşartina cenaze Emniyetê bi gotina ‘Zû bi bêdengî veşêrin û biçin. Bila kes jî tev li merasîmê nebe’’ gef xwar, li gel vê jî tim dirûşmên, ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’’, ‘’Jin jiyan azadî’’  ‘Şehîd namirin’’ hatin gotin.

TÊKOŞERA BI DEHAN SALAN

Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Nûram Imîr got Nûrhak ji bo nirxên Kurd û Kurdistanê xwe feda kiriye û domand, ‘’Ew bû nêrgiza Kurdistanê û her demê di dilê me de wê şîn bibe Bi helwesta wê ya serbilind em jî ronî dibin. Wê di têkoşîna aştî û azadiyê de, li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê ked da. Em ê alaya têkoşîna wê heta mirinê hilgirin. Dilê bi deh hezaran hevalên me yên jin li vî gundî ye.’’