Gerîlaya YJA-STAR: Çiya stargeha jinê ye

Gerîlaya YJA Starê Rotînda Cûdî diyar kir ku gerîla fedayiyên gelê xwe ne, ji bo gelê xwe şer dikin û got, "Em zanin ku tenê stargeheke me heye. Ew jî çiyayên Kurdistanê ye."

Gerîlaya YJA-Star Rotînda Cûdî, di despêka axaftina xwe de dibêje; çiyayên Kurdistanê stargeha jinan û axaftina xwe wiha dewam dike, "Çiya cihê xwe ji nû ve avakirinê ye û cihê xwe naskirinê ye. Jiyana ku em li çiyayên Kurdistanê dimeşînin moral û hêzeke mezin dide me. Di heman demê de em dixwazin xwe roj bi roj di fikir û ramanên Rêber APO de hîn kûrtir bikin. Ji lewra meyzekirina me jî xwe diguherîne. Wekê ku ji nû ve rihê mirov zindî bibe. Pergala Kapîtalîst rihê mirovan tune dike û bi vî awayî mirovan ji xweza, dîrok û civakbûnê dûr dixîne. Pergala Kapîtalîst xwezayê jî her tim reş dike û weke tiştekê hov, ku divê mirov xwe jê dûr bixîne, nîşan dide. Lê ji bo mirovên ku her tim li dijî Dehakan serî rakirine, çiya bûye mal û cihê ji dayikbûnê. Çiya wargeha xweparastinê ye. Bi taybetî dema ku mirov bi xwe li van çiyayan dijîn û şer dike, wateya jiyanê hîn baştir fêm dike."

'ÇIYA BI GERÎLA, GERÎLA JÎ BI ÇIYÊ HEYE'

Gerîlaya YJA-Star Cûdî di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tê gotin: 'mirovê ku di fikir de xweşik be, tê hezkirin'. Di demeke pir kurt de li nava refên gerîla mirov guhertinên mezin dibîne. Ev yek bingeha xwe ji perwerdehiya di derbarê fikir û ramanên Rêber APO digre. Dema ku mirovekê ji çiya hez bike, wê çiya jî xweşikbûna xwe bide mirov. Gerîla fedayiyên gelê xwe ne û ji bo vê yekê şer dikin. Ji ber vê em dizanin ku tenê parastgeheke me heye, ew jî çiyayên Kurdistanê ne. Li nava civakê dema ku mirov hin tiştan dubare dijî, tengav dibin. Lê belê li çiyê, carna mirov bi dehan carî di heman rêyê de derbas dibin, yan jî bi salan li heman qadê dimînin. Em tengav nabin, ji ber ku di her kêliyê de em tiştên nû fêr dibin, jiyanê hîn zêdetir bi wate û xweşiktir dibînin. Ji ber hebûna me li van çiyayan ji bo têkoşîna rizgariya gel e, her kêliyekê jiyanê ji bo me bi wate ye. Ez dikarim bibêjim ku çiya bê gerîla nabe û gerîla jî bê çiya nabe. Em hev dû temam dikin û beyî hev dû nikarin hebûna xwe biparêzin."

'ÇEKA ME JI BO AVAKIRINA JIYANÊ YE'

Gerîlaya YJA-Star Rotînda Cûdî herî dawî got, "Eger jin xwe di têkoşîna çekdarî de bi pêş nexîne, nikare xwedî li destketiyên xwe derbikeve. Li cîhanê di dema şoreşê de jin ji ber ku hêzên xwe yên xweparastinê ava nekirin, nekarîn serketinên xwe misoger bikin. Ev yek ji bo PKK'ê ne derbasdar e. Di nava PKK'ê de jin xwedî partî, artêş, rêxistin e. Ji bo em bikaribin gelê xwe biparêzin û têkoşîna azadiya jinê bidin meşandin, artêşbûna jinê ji bo me pir girîng e. Em dizanin ku çekên me ji bo avakirina jiyanê ne. Em bi vî awayî têdikoşin. Em bi vê çekê jiyanekê demokratik, azad û bi hevsengî ava dikin."