Gerilaya Ereb Berçem Hesekê: Em bi hev re şerê azadiyê bikin!

Gerilaya Ereb Berçem Hesekê got,''Dema ku min nêzîkatiya Serokatî ya li bara jinê, li bara gelên bindest fêhm kir, min biryar li ser da ku tevlî nav refên gerîla bibim'' û bang li jinan kir tevlî nav têkoşînê bibin.

Gerîla Berçem Hesekê, jineke Ereb e. Li bajarê Hesekê jidayik dibe. Bi avabûyîna Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, nexasim piştî ku bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike, tevlî nav refên gerîla dibe.

'MIN RASTIYA KURDAN NAS KIR'

Gerîla Berçem, derheqê derdora ku lê mezin bûye wiha got:‘’Ez li bajarê Hesekê jidayik bûme. Cîranên me ji nîvî zedetir Kurd bûn. Ji bo wê jî he di zaroktiyê de pir hevalên min yê Kurd hebûn. Wê demê min zehf rastiya Kurdan nas nedikir. Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistan hin zedetir min rastiya rejima Suriyê û rastiya Kurdan nas kir. Bi erîşan hovane yên DAÎŞ'ê re yekemîn bersiv, bi peşengtiya jinên Kurd bû. Malbata min bi xwe jî li dijî erîşên DAÎŞ'ê cihê xwe di nav parastina sivîlan de girt. Bi vê re min Serokatî nas kir. ''

'BI WAN JINÊN ŞERKER RE MIN RONAHIYEKE MEZIN DÎT'

Gerîla Berçem li ser bandora birdoziya Ocalan a li ser wê wiha axivî: ‘’Dema ku ez li malê bûm min li ser rewşa jinê pir lêkolîn dikir. Li ser pirsên wekî, çima mafê jinan nîne, em çima çarşefê li xwe dikin, em nikarin parastina xwe bikin, em di nav çar dîwaran de ne, ez difikirîm. Bi avabûyina YPJ’ê re min dît jin bi xwe parastina gel dike. Li dijî erîşên DAÎŞ'ê welatê xwe diparêze. Li gel wana Kurd, Ereb, Turkmen her wekî dî çi ferq nîne. Dixwazin hemû netew bi hev re bijîn. Di şexsê wan jinên şerker de, min ronahiyek pir mezin dît. Piştre min fem kir ev ronahiya ku dide wan jinan ronkahiya Serokatî ye. Min fêhm kir ku ji ramanên Serokatî ev nerîn bi wan re çêbûye. Dema ku min nêzîkatiya Serokatî ya li bara jinê, li bara gelên bindest fêhm kir, min biryar li ser da ku tevlî nav refên gerîla bibim.''

'BI ZAYINEKE NÛ DI ÇIYAYAN DE BÛYE HÊVIYA JIYANÊ'

Gerîla Berçem hezkirina xwe ya li çiyayên azad, mîna dibistanekê ango dayîkekê pênase dike. Derbarê jiyana gerîla de hestên wiha vegot: ‘’Her ku roj bilind dibe dibim rêwiyeke xweşikbûna çiyayê kurdistanê . Di wan rêwîtiyên xwe de her roj bûyineke nû b xwe re hîs dikim. Çiya bûye warê me yê azadiyê, ango hêviya min ya jiyanê. Çiya bûye pêşeroja gelên cihanê. Hevaltiya ku em li çiyayên Kurdistanê dijîn, pir giranbiha ye. Dema ku ez ji bo gelên bindest li van çiyayan têdikoşim, hin bêhtir wateya jiyanê fêhm dikim. Hemû zor û zehmetiyên heyî wekî kenên zarokê peşerojê bi min re dikenin.Wekî ku Serokatî jî dibeje; ’Dara şoreşê bi xwînê tê avdan’. Zorî û zehmetî çi bibe bila bibe em ê xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin. ji ber ku PKK tevgereke tolhildanê ye’’.

'BÎRDOZIYA RÊBERTÎ TINEKIRINA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E'

Gerîla Berçem herî dawî wiha bang li gelan dike: ‘’Îro modernîteya kapîtalîst, mirov ji mirovbûyinê derxistiye. Ji bo ku hêzên dagirker serwerîya xwe li Rojhilata Navîn çebikin ew qas nakokiyan li nav gelan Rojhilata Navîn çêdikin. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst bîrdozîya Rêbertiyê me weke tunebûna xwe dibîne. Yek jî cihê ku bi birdozîya Rêbertî ‘Moderniteya Demokratîk’ lê ava bûyî Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo vê erîşên giran tînin ser Rojavayê Kurdistanê. Destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, destkeftiyên yekîtiya gelan e. Ji bo parastina ‘Modernîteya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, azadiya çar parçê Kurdistanê û hemû gelên bindest, ez bi teybetî bang li jinan û ciwanan dikim; Werin em bi hev re ji bo peşerojek azad têbikoşim.''