‘Gerîla Welat û Şoreşger berxwedanekî mezin kirin’

Gerîlayê HPG’ê Orhan Botan ê gerîlayên di Cenga Heftanînê de şehîd bûyî anî ziman ev got: “Em çiqasî qala berxwedana wan jî bikin wê kêm be. Çawa ku dijmin nekarî leşkeran dane Xantûrê û pir tengijî ev bi saya berxwedana wan bû.”

Gerîlayê HPG’ê Orhan Botan gerîlayê HPG’ê Welat Agirî û Şoreşger Şemse yên di Cenga Heftanînê de şehîd bûbûn vegot.

Gerîlayê HPG’ê Orhan Botan ê gerîlayên HPG’ê Welat Agirî û Şoreşger Şemse yên 30’ê Hezîranê di Cenga Heftanînê de şehîd bûyî anî ziman ev got: “Min bi gerîla Şoreşger Şems re li Şengalê ji bo rizgariya civaka Êzidî şer kirin. Li gel Şehîd Welat Agirî jî di berxwedana Xantûra de cih girt. Çiqasî berxwedana wan vebêjim jî wê kêm bimîne. Çawa ku dijmin nekarî leşkeran dane Xantûrê û pir tengijî ev bi saya berxwedana wan bû.”

‘GERÎLA ŞOREŞGER ŞEMS, LI ŞENGALÊ BERXWEDANEKÎ DESTANÎ KIR’

Botan anî ziman ku gerîla Şoreşger Şems li Şengalê berxwedanekî dîrokî li Şengalê kir û got: “Min hevrê Welat di berxwedana Xantûra de nas kir. Naskirina min a wan bi berxwedanekî pêk hat. Berxwedan û sekna wan a li dijî operasyona ji roja yekem ve destpê kiribû bandor li her kesê kir. Bi taybet berxwedana ku dema dijmin hewl dida leşkeran dane Xantûrê, çawa ku ev ruhê wan her kes bandor kir bandor li min jî kir. Bi teknîkekî zêde êrîş kirin, lê ji teknîkê zêdetir seknek û hêzekî şer hebû. Ew jî berxwedan û ruhê hevrê Şoreşger û Welat bûn. Hevrê Welat li Edeneyê mezin bûye. Dema bihîstibû gerîla ji bo rizgariya Kurdên Êzidî berê xwe dane Şengalê wî jî xwe negirtibû, hatibû. Min cara yekê ew li wir nas kir, pir zû adapteyî kar dibû, mîna ku bi salan gerîla bû, cihê xwe di berxwedanê de kir. Heta dawî li ber xwe da.Li gel hevrê Welat çûbûn çalakiyê û cihê xwe di çalakiyeke bi bandor de girtibû, di vegerê de şehîd ketin.”

‘XANTÛR BI PÊŞENGTIYA GERÎLA WELAT LI BER XWE DA’

Yek ji gerîlayê din ên mohra xwe li berxwedana Heftanînê da Welat Dêrik bû. Gerîla Orhan Botatn ji bo Welat got: “Carekî din di şexsê hevrê Welat de hate nîşandan bê ka çiqasî vîna mirov ji teknîkê mezintire.”

Orhan destnîşan kir ku gerîla Welat Derîk nû hatibû qadê, ketibû ferqa kelecan û ruhê ku wê di Cenga Heftanîn de cih bigire û got: “Ji xwe li Xantûrê hevrê bi pêşengtiya wî li ber xwe dan. Hevrê Welat fermandarekî pir alî bû. Kelecana li gel wî diyar bû. Hêz û moral nedaba hevrêyan, bê ku bikevin tevgerê her demê pêşeng bû. Tenê yek alî nebû, di kêfxweşiyê de yê destpêkê stran bigota ew bû, yê destpêkê rabûya govendê û her kes rakira govendê, ew bû û zindî bû. Ew jî mîna Hevrê Şoreşger di xebatên ciwanan de bû û tevlî bûbû. Taybetmendiyên mîna hev hebûn, hevrêyên pir jêhatî bûn. Ji bo wê çalakiya wan serketî bû. Ji ber ku hevdû nas dikir, zû li hev kirin, zû diketin tevgerê.

Pêşengtiya li Xantûra û rola lîstîn pir mezin bûn. Ev yek ji bo her du hevrêyan derbasdar bû. Em di pêvajoyên ku dubare dîrok û berxwedana Cenga Heftanînê ji nû ve tê nivîsandin de, derbas dibin yên pêşengtiya vê kirin jî Şehîd Şoreşger û Şehîd Welat kirin. Heta em tola wan ranekin em ê şer bikin, divê dijmin bizane ku xwîna wan li erdê namîne.”