Gerîla Tv dîmenên çalakiya li Şirnexê weşand

Gerîla TV dimenên çalakiya gerîlayên YJA Starê ku 30'ê Adarê li dijî 2 wesayîtên kirpî ku li ser rêya navbera Şirnex û Îkîzceyê hatibû kirin weşand. Di çalakiyê de 11 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Gerîla TV dimênên çalakiya gerîlayên HPG'ê ya 30'ê Adarê li Şirnexê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kirîbû;

"30'ê Adarê saet 07:30'î, li dijî 2 wesayitên bi tîpa kîrpî li ser rêya navbera Şirnex û Îkîzceyê kontrola rê dikirin, hêzên me yên YJA Starê çalakiyek kirin. Di encamê de wesayiteke kîrpî bi temamî hate rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 11 leşkerên dijmin di vê çalakiyê de hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn."