Gerîla Tv dîmenê çalakiya li Xantûrê weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya li qada Xantûrê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ya di 5’ê Tebaxê de weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

“Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de di 5’ê Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî li dar xistibû.

Hêzên me saet di 14.30’an de li dagirkerên li Girê Şehîd Berxwedan a li Qada Xantûrê dan. Bi xurtî li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin û ev çeper hate îmhakirin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin.”