Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî Qereqola Girê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 20'ê Cotmehê ya li dijî Qereqola Girê ya li Çelê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Yekîneyên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de, 20'ê Cotmehê saet di 09:20'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi balafirên bê mirov ên biçek li dijî Qereqola Girê çalakî kirin. Bi rengekî serketî li hedefên hatin destnîşankirin, hate xistin. Hejmara dagirkerên ku çalakiyê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin."