Gerîla Tv dîmenê çalakiya Girê Şikerê Spî weşand

Gerîla Tv dîmenê çalakiya bi çekên giran a gerîlayên HPG'ê ya di 23'ê Îlonê de li dijî Girê Şikerê Spî ya girêdayî Şemzînanê weşand.

Daxuyaniya HPG'ê ya têkildarî çalakiyê wiha ye;

"Di 23’ê Îlonê de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Şikêrê Spî û Tehta Selê ya Şemzînanê saet di 07.30’an de çalakiyek li dar xistine. 2 kozikên li Şikêrê Spî hatine îmhakirin, kepçeya ku li Tehta Selê rê çêdikir jî derbe xwariye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne."