Gerîla TV çalakiya li Girê Elîşêr parve kir

Gerîla TV çalakiya gerîlayan a 1’ê Hezîranê ya li Girê Elîşêr a Colemêrgê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê li ser çalakiyê ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 1’ê Hezîranê saet 08:00’an li dijî artêşa TC’ê ya li devera Girê Elîşêr a navçeya Gever a Colemêrgê bicih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê ku bi xurtî li çeper û stargehên dijmin hate xistin de, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin."