Gerîla qala bedewî û serpêhatiya Heftanînê dike

Gerîlayê HPG'ê Yilmaz Şaho 5 sal in li Heftanînê ye. Gerîla Şaho qala serpêhatiya Heftanînê kir.

Ji bo hiş û bîra mirovan bi rengekî demdirêj bidome, cografya faktoreke girîng e. Kurdistan jî ku xwedî erdnîgariyeke dijwar û berhemdar e, bûye hêlîn ji hişê mirovahiyê re. Gerîlayên HPG'ê li qadên herî bilind hewl didin vî hişî biparêzin. Yek ji van gerîlayan jî gerîlayê HPG'ê Yilmaz Şaho ye.

Yilmaz Şaho sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya şervaniyê bi dawî kir, berê xwe da Heftanînê; bihuşta ji heft rengan, cih û warê çiyayên bilind, newalên kûr.

Gerîla Yilmaz Şaho têkoşîna xwe ya azadiyê li Heftanînê didomîne. Şaho ji Girê Partîzan heta Çemê Rêheval, ji Dêra Siyanê heta Xanturayê, ji Girê Qerîsokê heta Newala Ahmet Rapo qala xeml û xweşiya Heftanînê dike. Her wiha balê dikişîne ser lehengiyên ku dinava vê bedewiyê de derketin û şehîdên kedeke mezin dan.

Gerîla Yilmaz Şaho piştî perwerdeyê li Girê Partîzan ê Heftanînê hate wezîfedarkirin. Şaho got, "Girê Partîzan li ser sînor e, lewma berê xwe li Bakurê Kurdistanê ye. Bi bilindahiya xwe dilê mirovan xweş dike. Girê Partîzan welê bedew e ku mirov jê têr nabin ku lê binerin. Qadeke dijwar e, lewma mirovan bi xwe ve girê dide, ji ber ku mirov bi keda xwe xwe lê dikin. Destpêkê me zehmetî kişand dema derketin ser vî girî. Lê dûre em û çiya bûn yek. Min fêhm kir ku heta ku hezkirina me hebe, çiya nîne ku rê nede gerîla."

ŞEHÎD DILSOZ 4 SALAN MA

Şaho bi dewamî got, "Şopa gelek hevrêyan li ser Girê Partîzan heye. Yek ji wan jî Şehîd Dilsoz e. Şehîd Dilsoz mîna navê xwe hevalekî ji dil bû û di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kiribû. Her wezîfeya rêxistinê, çi biçûk çi jî mezin hewl dida bi cih bîne. Em jî bi vî rengî perwerde dikir. Bi taybetî ji aliyê mejiyê leşkerî ve xwedî hişekî xurt bû. Hevrêtiya wî ya xurt mirov timî dikişand ser xeta rêxistin. Piştî ku 4 salan li Girê Partîzan ma derbasî Bakurê Kurdistanê bû û li wir şehîd ket.

KANIYA KU JI GERÎLA RE BÛYE HEVRÊ

Heval Cemal ji bo Kaniya Rêheval a li Girê Partîzan dibêje, 'Kî li Heftanînê kar kiribe, lê neçûbe ji Kaniya Rêheval av venexwaribe, bila nebêje; ez li Heftanînê ma me'. Ava Kaniya Rêheval paqij e, bi taybetî havînê mîna qeşayê ye.

Li kêleka Girê Partîzan girekî bi navê Qesîrokê heye. Gelekî bilind e û zinarên metirsîdar lê hene. Normal mirov sê saetan dikarin xwe bigihînin ser Girê Qesîrokê, lê êdî saet û nîvekê dikarim xwe bigihînim ser vî girî. Her ku digihêjim ser gir, xwe bi gaveke din nêzî azadiyê dibînim.

ŞEHÎT AHMET HER TIM BI ME RE YE

Di navbera Girê Partîzan û Qesîrokê de Newala Şehîd Ahmet heye. Navê xwe ji Şehît Ahmet Rapo digire. Di daristan û tehtan dagirtî ye. Şehît Ahmet Rapo hîn di dema ARGK'ê de li van deveran bû. Li vê derê bi sîstema yekîne û tabûrê man. Her ku em ji wê newalê derbas dibin Şehît Ahmet timî li gel xwe hîs dikin.

EM LI SER ŞOPA WAN IN

Hevrê Adîl yek ji fermandarên pêşeng ên vê partiyê bû û demeke dirêj li Heftanînê gerîlatî kir. Wekî din, yek ji wateyên herî mezin ên Heftanînê ji bo me, hevrê Viyan e. Viyan bi agirê bedena xwe bû mertal ji Rêbertî re. Heta ku em li vir bin em ê xwedî li bîranîna hevrê Adil û Viyan derkevin û ji bo hilanîna tola wan şer bikin."