Gerîla li leşkerên operasyonê da: 12 leşker hatin cezakirin

Gerîlayan li Geverê çalakî bire ser leşkerên dagirker ên Tirk, ku çûbûne operasyonê. Di çalakiyê de 1 serpêl û 1 jê çawişê pispor tevahî 12 leşker hatin cezakirin, 3 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand 27'ê Tirmehê hêzên wan bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya ku li herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome çalakî kirine. HPG'ê got: ''Berê sibehê heta êvarî hêzên me li Şeşdera, Pîrbûla, Girê Koordîne û li dehma Girê Tûnel li dijî dagirkeran çalakiyên suîkastê kirine. Di van çalakiyan de hijmara leşkerên ku hatine cezakirn û birîndar bûne nehatiye tespîtkirin.''

DERB LI HELÎKOPTÊRÊ HATE XISTIN

Hate gotin: ''Eynî rojê berêvarkî hêzên me li dijî helîkoptêrên Kobra û Skorsky ku hatine qadê çalakî kirine. Ji du baskan ve derbên serkeftî li helîkoptêrên Kobra û Skorsky hatine xistin.''

HPG'ê di daxuyaniya xwe de bi berfirehî wiha got:

KEPÇE HATE RÛXANDIN

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgera Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 27'ê Tîrmehê saet 11.10'an li Çelê ya Colemêrgê, di navbeyna girên Êrîş û Xeregolê de li dijî kepçeyekê, ku xebata rê dikir çalakiyek kirine. Kepçe hatiye rûxandin û 1 leşkerê dijmin hatiye cezakirin.''

LI DIJÎ GIRÊ QERTEL ÊRÎŞA HEWAYÎ

27'ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker Girê Qertel ê herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di van êrîşan de hevrêyên me Têkoşer û Helmet şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd piştre bi berfirehî ji raya giştî re wê were aşkerekirin.

LI GEVERÊ 12 DIJMIN HATIN CEZAKIRIN

19’ê Tîrmehê artêşa TC’ê li devera Gerzê ya dikeve Mergezerê ya navçeya Gever a Colemêrgê dest bi operasyoneke leşkerî kiribûn. Di navbera hêzên dijmin ên leşker danîn herêmê û hêzên me de şerekî dijwar qewimî. Di vê çalakiyê de ku yekîneyên me bi xurtî li diijmin da, 1 jê serpel, 1 çawîşê pispor bi giştî 12 leşekr hatin cezakirin. Di tevahiya operasyonê de 3 hevrêyên me li dijî dagirkeriya bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Nasanmeya hevrêyên me yên şehdî bûne wiha ne:

Nasnav: Ahmet Cizre
Nav û Paşnav: İsa Eren
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Rabîa – Bahattîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gever/ 19’ê Tîrmeha 2020

 

Nasnav: Çekdar Zîlan
Nav û Paşnav: Firat Erîşen
Cihê Jidayikbûnê: Van
Navê Dayikê-Bav: Ferîzde – Behçet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gever/ 19’ê Tîrmeha 2020

 

Nasnav: Simko Zerdeştî
Nav û Paşnav: Mahîr Edîş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Zuleyha – Raûf
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Gever/ 19’ê Tîrmeha 2020

Hevrêyên me Ahmed, Çekdar û Simko ji bajarên cihê yên Kurdistanê hatine dinê û di demên cuda de tevlî gerîla bûne. Bi perwerde û partîka girtin bi gerîlatiya li qadên şer fêr bûyî re di demekî kin de li cihên herî şer lê geş de, li dijiî dijmin berxwedanekî bê hempa kirine. Li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê yên desthilata AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurd, ji bo azadiya gelê me heta guleya dawî şer kirin bûn hevrêyên me yên fedayî.

Di serî de ji malbatên her sê hevrêyên me yên şehîd bûne û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, soz didin li ser bingehê kevneşopiya berxwedana ku şehîdên me afirandî, heta azadiyê têkoşînekî bê eman bikin û bidomînin.”