Gerîla ji hewayê ve li Qereqola Girê xist

Gerîlayên HPG/YJA Starê ji hewayê li Qereqola Girê ya li Çelê xistin. Avahî û çeperên li nava qereqolê gelek caran hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ji hewa ya li Çelê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 6'ê Gulanê (doh) saet 16:40'î hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li dijî Qereqola Girê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ji hewayê gelek bombe li qereqolê hatin barandin û derb li hin avahî û çeperan ketin.

Li ser windahiyên dijmin agahî bi dest neket. Piştî çalakiyê ji Qereqola Girê topbaran li derdorê hate kirin. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, saet navbera 16:50 û 17:15'an bombe li qadên Kurojehro û Çemço yên Zapê barandin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me, lê xisar li cografya Kurdistanê kir."