Gerîla: Ji bo rakirina tecrîdê em ê çalakiyên xwe zêde bikin

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Şengalê têdikoşin destnîşan kirin, ku ji bo rakirina tecrîda li se Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê çalakiyên xwe zêde bikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, ku demeke dirêj e li Şengalê têdikoşin, bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ji ajansa me re axivîn.

CANWELAT AMED: Komploya li hemberî Rêbertî hate kirin kete sala xwe ya 20'an. Bi saya Rêberê me, bi ruhekî mezin ê berxwedanê û bi xwîna şehîdên me, pêşî li vê komployê hatiye giritn. Armanca me ya sereke, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Ji bo vê jî çalakî tên kirin û nerazîbûna gel a li dijî komployê zêde dibe. Lewma em bi hêvî ne ku Rêberê xwe ji nava çar dîwaran derxînin. Di warê fîzîkî de dibe ku Rêberê me niha ne li cem me be. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku em ti carî ji nêrîna Rêberê xwe dûr neketin. Berevajî, her roj bi felsefe û têkoşîna Rêbertî em bêhtir xurt bûn.

SIYABEND SERHED: Armanca komployê tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bû. Bi rêya vê komployê xwestin gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin. Lê belê bi saya îdeolojiya Rêbertî û berxwedana gelê Kurd, pêşî li dijmin hate girtin. Lewma hêzên hegemon, tinekirina fîzîkî ferz kirin. Dixwestin Rêberê me dîl bigirin. Ji ber vê yekê, hêzên komploger ên navneteweyî, ji bo dîlgirtina fîzîkî ya Rêberê me seferber bûn. Xwestin ku gelê Kurd bê serketin bihêlin, bi vî rengî pêşî li gelê Kurd were girtin ji bo daxwaza mafên xwe neke. Armanca vê komployê tinekirina gelekî ye. Ev hemû hewldanên dijmin bi ser neketin. Gelê me, li dijî êrîşeke fîzîkî ya li hemberî Rêberê me, bi çalakiyan bersiv da. Çalakiyên fedayî li çar parçeyên Kurdistanê bûn. Dijmin bi saya vê yekê bi ser neket. Gelek gelên îro daxwaza azadiyê dikin, bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî bi pêş ve diçin. Ev jî nîşan dide ku nêrînên Rêberê me ji bo civakên bindest hêvî ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, em jî çalakiyên xwe didomînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, heta ku gerîlayeke/î dawî bimîne, em ê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran dewam bikin. Em ê bi hêza ku Rêbertî û şehîdan dane me, li çar parçeyan şer bikin. Gel û gerîla wê bi hev re vê komployê pûç bikin.

BARAN MARDÎN: Yên ku îro tên kirin nîşan didin, ku komplo bi temamî nehatiye tevizandin. Hêzên komploger bi dîlgirtina Rêberê me re xwestin, ku pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bigirin. Lê belê gelê me bi xurtî li hemberî vê li ber xwe da. Tevgera azadiyê bi çalakiyên kiriye û dike, pêşî li komployê girtiye. Armanca me, rakirina tecrîda giran a li ser Rêbertî ye.

GELHAT CÛDÎ: Em komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar dikin. Bi dîlgirtina Rêbertî re xwestin têkiliya wî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd re bibirin. Bi saya berxwedaneke mezin, komplo bi ser neket. Li ser Rêberê me hê tecrîdeke giran heye. Em vê rewşê ti carî qebûl nakin. Gel û gerîla wê çalakiyên xwe zêdetir bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û Kurdistanê, çi ji destê me bê em amade ne bikin. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin, ku li dijî komloyê çalakiyan li dar bixe.