Gerîla Bilikî qala şehîd Têkoşer Kurdistan kir

Gerîlayê HPG'ê Adil Bilikî ragihand ku şehîd Têkoşer Kurdistan yek ji nûnerên herî bedew ên hevrêtiyê bû û got, "Bi coş bû, dilnizm bû."

Gerîlayê HPG'ê Adil Bilikî qala gerîlayê Rojhilatî Têkoşer Kurdistan kir ku 6'ê Îlona 2020'î li qada Bedlîsê ya Xerzanê şehîd bû.

Bilikî got, "Min hevalê Têkoşer Kurdistan di salên 2017 û 2018'an de li Akademiya Şehîd Mahîr di beşa sabotajê de nas kir û wiha qala wî kir: "Hevalê Têkoşer, gelekî bêdeng bû. Lê belê dema ku mirov nêzî wî dibû, didît ku mirovekî gelekî bedew e û di dilê wî de hest û fikrên gelekî bedew hene. Xwedî coşa zarokan bû, gelekî dilnizm bû. Di nîqaşan de, di nava jiyanê û hevrêtiyê de timî bi vî rengî bû. Ji ber ku hevalekî Rojhilatî bû di xwendin û nivîsandina bi tîpên Latînî de zehmetî dikişand, lê belê ti carî jê nediqeriya û timî hewl dida hîn bibe. Di şeş mehan de teknîkên sabotajê hemû hîn bû. Hevalê Têkoşer tevî vê yekê perwerdeya îdeolojîk jî wergirt û xwe di her mijarê de bi pêş xist, perwerde kir. Hevalekî karker bû, dema ku dest bi karekî dikir heta ku nediqedand dest jê bernedida, nîvco nedihişt. Ji bo wî serketin pîvana bingehîn bû."

Bilikî bal kişand ser fedakariya Têkoşer Kurdistan û wiha dewam kir, "Karê xwe timî bi coş û moral dikir. Ber bi dawiya perwerdeyê ve hevalê Têkoşer ji bo biçe Bakur pêşniyar kir. Hevalê Têkoşer piştî ku ji Akademiya Şehîd Mahîr derket çû perwerdeya îdeolojîk. Min li wir jî ew dît, nekarî zêde li gel bimînim. Piştî ku perwerdeya îdeolojîk qedand derbasî Eyaleta Xerzanê bû. Hem weke sabotajvanekî pispor hem jî weke fermandarekî çû Xerzanê. Piştî gihîşt Bakur bi lez û bez, bi rengekî aktîf tevlî kar bû.

Tevî ku hevalekî Rojhilatî bû gelekî hez ji xaka Bakurê Kurdistanê dikir, dixwest li wir şer bike, têbikoşe. Bi coş û kelecaneke mezin çû Bakur. Hevalê Têkoşer bi hesreteke mezin çûbû Bakur, lê nekarî zêde lê bimîne, zû şehîd bû. Li gel hevalê Têkoşer yekîneyek hebû, lê ji hev cuda disekinînin. Li hemberî nuqteyeke cuda ya hevalan êrişa hewayî çêbû û hevalek birîndar bû, hevalek jî şehîd bû. Ji ber ku nuqteya wan gelekî nêzî hevalan bû hevalê Têkoşer dengê wan dibihîze û dixwaze hevalê birîndar û hevalê şehîd ji wir derxîne. Tevî ku balafirên keşfê û şer li herêmê digeriyan, hevalê Têkoşer diçe hevalan ji wir derxîne. Dema ku hevalê Têkoşer diçe balafira keşfê dîmenê wî dikişîne û piştre şehîd dikeve."

Di dawiya axaftina xe de Bilikî hevrêyê xwe Têkoşer bi minet bi bîr anî û diyar kirin ku wê têkoşîna hevrêyên xwe mezin bikin, hesab ji dijmin bipirsin.