Ger û geşt jî li bajarên Kurdistanê qedexe ye

Di navbera Wan-Agirî û Wan-Îdirê de bi dehan bendên kontrolê hene. Ji ber van bendên kontrolê mirov nikarin bi hêsanî bigerin. Rewş ne kêmî Rewşa Awarte ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku demokrasî û mafên mirovan lê nema ye, bi navê nuqteyên lêgerîn û kontrolê, destûr nayê dayin ku mirov karibin ji xwe re bigerin. Rêwîtiyeke ji saetekê, ji ber bendên lêgerîn û kontrolê çend saetan didome.

Bajarên Kurdistanê kirine mîna girtîgehên servekirî: Di serî de li Colemêrg, Wan, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs û li bajarên Kurdan hemûyan bi hezaran qereqol û kalekol hatin çêkirin. Li ser rêyên navbera bajaran jî bendên lêgerîn û kontrolê yên nû hatin çêkirin. Li beşek ji van bendan cerdevan hene, li hinekan jî polîs û leşker hene.

SERÊ 500 METREYÎ BENDEK HEYE

Li ser hin rêyan, bendên kontrolê serê 500 metre carekê ye. Li her nuqteya lêgerînê li nasnameya mirovan tê pirsîn, mirov tên saxkirin û wesayit tên kontrolkirin. Li bendên kontrolê, tevî ku sûc nehatibe kirin jî bi hezaran TL'î ceza li mirovan tên birîn. Bi biharê re kiryarên ne kêmî yên Rewşa Awarte zêde bûn. Li ser rêyên navbera Wan-Agirî û Wan-Îdirê ji ber dehan nuqteyên lêgerîn û kontrolê, mirov nikarin bigerin.

RÊYA SAETEKÊ CARNA DIBE 5 SAET

Rêya navbera Wan û Agiriyê tevî ku 200 km ye, di navbera Wan-Patnosê de 5 nuqteyên lêgerînê, di navbera Patnos-Tûtaxê de 3 nuqteyên lêgerînê, di navbera Tûtax-Hamûrê de 2 nuqteyên kontrolê, di navbera Hamûr û Agiriyê de jî 2 nuqteyên lêgerînê hene. Ji ber van nuqteyên lêgerînê, rêya saetekê digihêje 5 saetan. Li her nuqteyeke lêgerînê cezayên cuda tên birîn. Her wiha mafê azadiya ger û geştê ku bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, tê astengkirin.