'Gelên Tirkiyeyê li dijî zext û zilmê li dora HDP'ê dicivin'

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir, ku AKP'ê ji sala 2015'an û vir ve êrişên xwe yên li ser destketiyên gelê Kurd zêde kiriye û got, gelên Tirkiyeyê li dijî zext û zilmê li dora HDP'ê dicivin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beriya niha bi demekê li dijî pêkanînên dijdemokratîk dest bi pêvajoya çalakiyên demokratîk kiribû. Di çarçoveya çalakiyên demokratîk de di navbera 15-20'ê Tîrmehê de ji Colemêrg û Edîrneyê "Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê" li gel hemû astengiyan pêk anî û meşvan gihîştin Enqereyê. Meşvanan 20'ê Tîrmehê li Parka Meclîsê (Mîllî Egemenlik) daxuyanî dan û deklarasyona demokrasiyê aşkere kirin. Ji meşvanên demokrasiyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî armanc û serpêhatiya meşê axivî.

'JI BO DESTKEFTIYÊN KURDAN TINE BIKE ÊRÎŞ DIKE'

Bayindir da zanîn ku piştî HDP'ê bi civînekê 1'ê Hezîranê deklarasyon û Belgeya Avakirina Demokrasiyê eşkere kir, wan jî bi navê DBP'ê bi taybetî li Stenbolê dest bi karê piştevaniya vê yekê kirin. Bayindir anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji sala 2015'an ve ji bo destketiyên gelê Kurd tine bike êrîş dike û wiha axivî: "Li dijî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî bi heman awayî êrîşan didomîne. Me di 'Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê' de ya 15'ê Hezîranê ya ji aliyê HDP’ê ve hat destpêkirin de jî dît ku gelên Tirkiyeyê li hember van zilm û zextên dewletê li dora HDP’ê kom dibin. Civîn û hevdîtinên ku me têkildarî mijarê bi saziyên civaka sivîl, rêxistinan û gel re li dar xistin, bi taybetî ji bo em di paşerojê de rêyeke çawa bimeşînin û çawa tevbigerin weke nexşerêyekê bûn. Her wiha têkildarî tiştên em ê bikin jî ji bo gelan û hêzên demokrasiyê ev xebat bû moral."

'GEL PIŞTGIRIYEKE MEZIN DA HDP'Ê'

Bayindir destnîşan kir ku tevî hemû antî-propagandayên çapemeniya alîgirê AKP'ê jî meşa HDP'ê ji gel piştgiriyeke mezin dît û wiha pê de çû: "Me ev di pêşwazîkirina gel de bi awayekî berbiçav dît. Armanca meşa HDP'ê ew bû ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokrasî, wekhevî û edaletê de bê çareserkirin. Dîsa ji bo hemû xitimandinên siyasî, civakî û hwd. ên Tirkiyeyê dîtina çareseriyê bû. Dîsa ev meş li dijî tundûtûjiya li ser jinan, li hember apolîtîkkirina ciwanan bû."

'MERHELEYA DUYEMÎN'

Bayindir bilêv kir ku wan armanca meşa xwe ji destpêkê heta dawiyê diyar kir û bi van gotinan axaftina xwe domand: "Tevî hemû propagandayên reşkirinê jî hêzên demokrasiyê û gel desteka xwe nîşan da. Meşa HDP'ê li gor demê xwedî heqîqeteke wisa ye ku mîna meşa Gandî ya li Hindistanê bû. Em ê di merheleya duyemîn de jî hê zêdetir bên cem gelê xwe û rêya xwe berdewam dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê li hember HDP'ê ya weke hêzeke muxalefetê her roj bi pêş dikeve ku dikeve nav fikaran, dixwaze zemîna siyasetê ya li Tirkiyeyê ji holê rake. Polîtîkayên şer timî didomîne. Bi vî awayî dixwaze civakê bêmuxalefet bihêle. Jixwe dema meşa me ya HDP’ê dest pê kir, li hember Başûrê Kurdistanê dest bi bomberdûman û êrîşan kir. Ev hê jî berdewam dike."

'DIVÊ SIYASETA TIRKIYEYÊ JI NÛ VE AVA BIBE'

Bayindir diyar kir ku gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê, rizandina wê, siyaseta wê ya êdî nikare çareseriyan çêbike pir baş dîtiye û got: "Em li vir diyar dikin ku CHP jî di nav de divê hêzên muxalif ên din jî li hember vê desthilatdariyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê bikevin dewrê. Yan na eger di paşerojê de dema siyaseta Tirkiyeyê ji nû ve şekil bigire wê tiştekî ku karibin ji gel re bêjin nemîne. Di pêvajoya pêşiya me de li hember vê desthilatdariyê ji bo parastina destketiyên dîrokî yên gelê Kurd weke DBP’ya yek ji pêkhateyên HDP'ê em ê bi taybetî li Kurdistanê xebatên xwe xurt bikin."