Gelek ciwanên hatibûn Cizîrê, hatin destgîrkirin!

Herî kêm 40 ciwan hatin destgîrkirin ên ku ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Ciwanan a Mem û Zînê hatibûn Cizîrê.

Gelek ciwanên ku ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Ciwanan a Mem û Zînê hatin Cizîrê, hatin destgîrkirin. 21 ciwanên ku ji herêma Egeyê hatibûn li otogarê û 20 ciwan jî di têketina Cizîrê de hatin destgîrkirin.

Ciwan birin Şaxa Temê ya Gerînendetiya Emniyetê ya Navçeyê.

Polîsan dora Mala Dengbêjan jî girtin a ku ew ê festîval lê bihata destpêkirin.

Hevdîtina di navbera rayedarên şaredariyê û polîsan de didome.