Gelê Wanê vexwendin mîtînga Amedê

Platforma Kedê û demokrasiyê ya Wanê, hemû gelê Wanê vexwendin mîtînga sibe ku li Amedê bê kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya ji KESK, TTB, TMMOB, DÎSK, ÎHD, DBP, HDP, Platforma Jinan a Axtamara, Çevder, OHP, Komeleya Ekolojiyê pêk tê bi daxuyaniyeke girseyî hemû gelê Wanê vexwendin mîtînga ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ ku wê sibe li Amedê bê kirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Feqiyê Teyran hate kirin, Hevserokên HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlût, Ûmît Dede, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan, Parlemetera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, Nûnerên KCD, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên TJA û gel tevlî bûn.

Li ser navê platformê Mesûde Demîr axivî û destnîşan kir ku ji bo hêviya gel di nava aştiyê de bijî, zarok û ciwan nemirin, dawî hatina tecrîd, berdana girtiyên nexweş, netalankirina xwezayê, neşewitandina daristan û perwerdehiya zarokan a bi zimanê dayîkê ji bo bi çanda xwe mezin bibin, dibêjin ‘Niha Aştî’.

Demîr destnîşan kir ku desthilata AKP’ê ya polîtîkayên şer ên li herêmê mekanîzemeyeke ya zextê ya mezin li ser gelên Tirkiyeyê daye avakirin û wiha got: “Serî li rejîma cudakirina gelên herêmê, hilweşandin û şewitandina bajaran, girtina hilbijarên vîna gel, zext û êrîşên li ser Dayikên Şemiyê yên di cîhanê de xwedî çalakiyên herî aştiyan e û parêzvanên mafên mirovan û destgîrkirinê dane.”

Demîr harî dawî ev tişt anî ziman: “Em ê cîhanekî ku gel wekhev, azad û weke mirovan bijîn ava bikin. Ji bo şerê li dijî mirovahî û xwezayê hemû gelê Wanê1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê saet navbera 16-21:00’an ve dixwînin Mîtînga Mezin a Atşiyê ya Qada Stasyonê ya Amedê.”

Dayxuyaniya çapemeniyê bi tilîlî û dirûşman ve bi dawî bû.