'Gelê Sûriyeyê nîşan da ku çareserî federasyon e'

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê peyamek weşand û hilbijartina 1'ê Mijdarê hate kirin, pîroz kir.

Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê peyamek weşand û hilbijartina meclîsên xwecihî ku 1'ê Mijdarê hate kirin, pîroz kir.

Desteyê, hilbijartin li gelên Sûriyeyê pîroz kir û got, "Em vê serketinê diyarî şehîdên xwe yên leheng dikin ku di çeperên şer de ji bo me derfetên jiyaneke bi rûmet afirandin."

Di daxuyaniyê de spasiya dengdêran, hêzên ewlekariyê, Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, mamosteyên li ber sindoqan û çapemeniya azad hat kirin.

Desteyê got, "Gelên Bakurê Sûriyeyê, ji bo avakirina sîstema Federasyona Demokratîk ku misogeriya yekîtiya Sûriyeyê ye, blokeke din lê kirine" û wiha dewam kir:

'EM SÎSTEMEKE ALTERNATÎF AVA DIKIN'

"Armanca şoreşa Sûriyeyê ew bû ku sîstema demokratîk a tê de azadî, wekhevî û dadmendî were misogerkirin. Li ser rÊya vê sîstema nû ya azadî û rûmetê bi sedhezaran ji welatiyên Sûriyeyê di vê oxirê de hatin kuştin, bi milyonan kes perîşan bûn.

Vaye em li Bakurê Sûriyeyê bersiva bang û daxwazên gelên Sûriyeyê didin û sîstemeke rêveberiya siyasî ku dawiyê li aloziyê bîne û bibe alternatîfa herî baş, ava dikin.

Gelên me ne tenê meclîsên herêmî hilbijart, her wiha wan sîstema federal weke rêya çareseriya ji bo Sûriyeyê hilbijartiye. Ev yek ji bo hemû hewldanên çareserî û sererastkirinê helwestek e.

'DERMANÊ NEXWEŞIYÊN ME BI ME RE YE'

Bi van hilbijartinan xuya bû ku Sûriye hewcedarî sîstemeke rêveberiya siyasî ya nû û destûreke bingehîn a nû ye. Helbet bi rêya van hilbijartinan me ji tevahiya cîhanê re diyar kir ku gelên Sûriyeyê xwedî hêza çareseriyê ne û me îsbat jî kir ku çareserî li Sûriyeyê ye, ne li cihekî din e. Eger em xwedanên vê nexweşiyê ne, helbet ji mafê me ye ku em dermanê nexweşiya xwe biafirînin.

Careke din em serketina hilbijartinên meclîsên herêmî yên sîstema Federaliya Demokratîk li hemû Sûriyeyiyan pîroz dikin û hêvî dikin ku kesên hatine hilbijartin û baweriya gelan standine layîqê vê baweriyê û vî dengî bin."