Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Gelê Serhedê Newrozê wê li Wanê be

Bajarên Serhedê îsal wê Newrozê li Wanê pîroz bikin. Komîteya Amadeker got di serdemeke wiha de girîng e ku tevlêbûneke xurt çêbibe.

Ji bo pîrozbahiya Newrozê li avahiha bajêr a DBP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Li ser nave Komîteya Amadekar a Newrozê Bayram Kaval axivî û got îsal hemû bajarên Serhedê wê Newrozê li Wanê pîroz bikin. Kaval ji ber vê sedemê jî got ew Newroza îsal a Wanê bi navê Newroza Serhedê bi nav dikin û got ji bo xebatan jî komîsyoneke ji 7 kesan pêk anîne.

‘DI SERDEMEKE WIHA DE TEVLÊBÛN GIRÎNG E’

Kaval behsa serdema têdeyî kir û got, ‘’Hevserokên me yên HDP, DBP’ê, hevşaredarên me, bi hezaran hevalên me girtî ne, êşkence li wan tê kirin, qeyûm anîne ser şaredariyê me, di rewşeke wiha ya zext û zordarî, Rewşa Awarte de Newroza 2018’an pir girîng e. Ji bo vê jî girîng e ku gelê me bi rengekî xurt xwe tevlî nav Newrozê bike.’’

PARLAMENTER Û HUNERMEND WÊ HAZIR BIN

Kaval got di pîrozbahiyên Newrozê de wê Wekîla Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Garo Paylan, Îbrahîm Ayhan, Bedîa Özgökçe Ertan, Adem Geverî, Lezgîn Botan û gelek  wekîlên dî hazir bin. Her wiha hate gotin Grûp Munzur, Koma Çiya û Koma Arjîn jî wê stranan bibêjin û ev bang hate kirin: ‘’Em bang li hemû gelê xwe dikin ku 21’ê Adarê, Çarşemê di navbera saet 11.00-17.00’an tevlî pîrozahiyên Newrozê bibin, ku Newroz wê li qada Newrozê ya Parka Çandê ya Atatürkê pêk were.’’