Gelê Rojhilatê Kurdistanê wê îro ji bo Efrînê dakeve qadan

Li 25 navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo piştgiriya Efrînê wê xwepêşandan bên lidarxistin.

Îro danê êvarê li paytexta Îranê Tehranê, li bajarên Sine, Kirmaşan, Urmê, Îlam û dehan bajar û navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandan wê bên lidarxistin.

Ji duh ve li ser torên civakî banga xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrînê li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê kirin.

Di banga hate kirin de wiha hate gotin; "Efrîn dewama Kobanê ye. Efrîn sembola berxwedan, niştîmanî zeytûn û rojê ye. Ewên dixwazin roja me tarî bikin û darên me yên zeytûnê bi bibirin, tenê hewldanek vale ye.

Em ê dakevin qadan û bêjin Efrîn ne bi tenê ye. Efrîn bajarê berxwedanê ye. Heya êrîş rawestin wê têkoşîna me dewam bike."

Di banga hatin kirin de dirûşma sereke ya xwepêşandana "Rojhilat Efrîn e" hate ragihandin.

Di vê çarçoveyê de îro saet 17:00’ê li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê li Tehranê, li çar rêyana Newbehar a Kirmaşanê, li Meydana Navendê ya Urmê, li Meydana Îqbal a Sine, li Meydana 22'ê Behmen a Îlam û li Meydana Çiwarçira ya Mehabad xwepêşandan wê bên lidarxistin.

Her wiha biryar e li bajarên Merîwan, Kamîran, Şabad, Ciwanro, Serpêl Zehaw, Sehne, Seqiz, Bane, Bokan, Dîwanere, Gêlan Xerb, Pawe, Riwanser, Qurwe, Bîcar, Dêwlan, Abdanan, Pîranşar, Şino, Mako û Xoy ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan wê bên lidarxistin.