Gelê Mêrdînê li dijî dagirkeriya qeyûm 16 roj in li ber xwe dide

Li Mêrdînê protestoya li hemberî qeyyûm di roja 16’an de didome.

Rêxistina HDP’ê ya bajêr a Mêrdînê, parlementerên HDP’ê û gel, desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protesto dikin. Çalakiyên protestoyê 16 roj in didome. Endamên HDP’ê li têketina Parka Karayollari rûniştine û polîsan dora wan girtine. Endamên HDP’ê bi stranan çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.

Polîsan gel asteng kir, ji ber vê jî gel li 3 cihên cihê yên parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Komê bi qasî 2 saetan çalakiya rûniştinê li dar xistin û piştre daxuyaniya çapemeniyê dan. Li ser navê girseyê parlementerê HDP’ê Omer Ocalan daxuyanî xwend.

Ocalan bal kişand ser vî tiştî ku qeyyûm nikarin gel temsîl bikin û got “Ev gav li ser eniya dîroka welat, deqeke reş e.”

Piştî daxuyaniyê girse ber bi Avahiya Bajêr a HDP’ê ya Mêrdînê meşiyan, bi slogan, tilîlî û çepikan çalakiya xwe bi dawî kirin.