'Gelê me ji bo Efrînê û tecrîdê daket qadên Newrozê'

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek diyar kir ku bi sed hezaran kesên li Newroza Amedê li hev civiyan ne ji bo kêf û şahiyê tevlî bûn û got, "Gelê me ji bo balê bikişînin ser Efrînê û tecrîda girankirî li hev civiya."

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek ji ANF'ê re qala Newroza îsal kir û anî ziman, hem li xwepêşandanên 8'ê Adarê hem jî li qadên Newrozê gel dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşan da.

Çîçek got, "Girseyên gel li ber tecrîda girankirî rabûn û bi xurtî xwedî li Birêz Ocalan derketin. Ev rewş îro li kolanan jî tê dîtin. Di rojeva gelê me de Efrîn û tecrîda girankirî heye. Ji xwe ev her du mijar bûn sedem ku gel mîna lehiyekê ber bi qadan ve biherike. Gelê me ji bo nerazîbûna xwe li ser her du rojevan bîne ziman daket qadan. Gelê me ji bo festîvalekê ya jî kêf û şahiyê daneket qadan. Tevî hemû astengiyan jî ji bo li dora van her du mijaran bicive, gelê me daket qadan."

'GELÊ ME WEZÎFEYEK DA ME'

Çîçek da zanîn ku gel bi rêya van xwepêşandanên girseyî berpirsyarî da sazî û partiyên siyasî û wiha dewam kir: "Wezîfe da me ku em rêxistinbûna xwe xurt bikin û karê xwe mezintir bikin. Em dikarin bêjin ku gelê me pirsgirêka pêşengiyê bi rengekî vekirî danî ber me. Divê em jî ji niha û pê ve vê rewşê binirxînin û di ser sazî û partiyên xwe yên siyasî re karekî cidî bikin."

BANGA JI BO ÇALAKIYÊN 4'Ê NÎSANÊ

Çîçek işaret bi 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Rola Birêz Oclaan gelekî mezin e ku gelê me li cîhanê weke gelekî bê dîtin. Em ê bi ruhê berxwedana Newrozê di 4'ê Nîsanê de rojbûna Birêz Ocalan pîroz bikin. Ev roj ji bo me hemûyan rojeke girîng e. Ji bo rakirina tecrîdê rojeke ku divê em girandiyê bidin ser. Ji ber ku 3 sal in Birêz Ocalan bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin. Ji bo şikandina vê tecrîdê em bang li gelê xwe dikin ku tevlî çalakiyên 4'ê Nîsanê bibe."