Gelê Şengalê êrişên dewleta Tirk protesto kirin

Gelê Şengalê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û helwesta PDK’ê protesto kirin.

Welatiyên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û helwesta PDK’ê, ji noqteya ku komên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrîşî ser Xanesorê kiribûn, dest bi meşê kirin.

Li Şengalê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê, meşek girseyî hat lidarxistin.

Serokeşîr, kesayet û girseyek qelebalix tevlî meşê bûn a ku bi pêşengiya Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxistin.

Meş di navbera bajarokên Sinunê û Xanesorê de, ji noqteya ku komên girêdayî PDK’ê di 3’yê Adara 2017’an de êrîşî ser Xanesorê kiribûn, dest pê kir.

Di meşê de pankartên wekî, “Berxwedana gerîlayên Zapê wê bibe serhildan ciwanên Êzidî”, “Bi rihê Bazên Zagrosê xiyanetkaran, ji holê rakin” hatin vekirin û bênavber dirûşmeyên wekî, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” hatin berzkirin.

Piştî meşa ku li pêşiya benda Şehîd Amed a Asayîşa Êzidxanê ya li daketina Xanesorê bi dawî bû, daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Xweser ji aliyê Mamosteyê Ziman Nayîf Şengalî ve hat xwendin.

Nayîf Şengalî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û got: “Ev êrîş binpêkirina serweriya axa Iraqê ye. Tirkiyeyê bi van êrîşan re qanûnên navnetewî bin pê kirine. Êrîşên Tirkiyeyê dijî hemû gelê Iraqê ye.”

Nayîf Şengalî helwesta PDK’ê ya têkildarî êrîşên Tirkiyeyê jî rexne kir û wiha dom kir: “Tişta ku mirov xemgîn dike ev e ku PDK hevkariya van êrîşên Tirkiyeyê yên ku hemû destkeftiyên gelê Kurd dikin hedef û serweriya Iraqê binpê dikin.”

Şengalî diyar kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser serweriya xaka Iraqê diparêzin û ji bo ku dijî projeya Osmaniya nû bisekin, bi hemû saziyên Iraqê re pêwendîdar in.

Nayîf Şengalî di dawiya daxuyaniyê de bang li hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, hemû partiyên Iraqê û saziyên navnetewî kir ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk bigirin.

Piştî daxuyaniyê xwepêşandan bidawî bû.