Gel êşên nakokiyên PDK’ê û Bexda dikişîne

Ji ber nakokiyên hikûmeta PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraq Bexdayê gel mexdûr dibe. Ev du roj in înterneta herêma Mexmûr û gundewarên derdor ji bo demeke nediyar hatine qutkirin.

Li Herêma Mexmûr û gundewarên wê ya dikeve çarçoveya madeya 140 a Herêmên Nakok, ji ber nelihevkirinên hikûmeta Iraqê û PDK’ê ji 3’yê Sibatê ve, şîrketa înternetê (Tarînnet) ya nêzî malbata Barzanî ye, li herêmê ji bo demeke nediyar înternet qut kiriye.

Her demê gel bûye qûrbaniyên nakokiyên aliyên siyasî yên li ser herêmê ku di navbera her du aliyan de diqewimin.

Berê jî tora înternetê ya Faslink li Wargeha Mexmûrê hatibû qutkirin, balkêşe ku 1 km dûrî wargehê tora înternetê ya faslînkê heye û kar dike.