Gel debara xwe bi berhemên xwecihî dike

Berhemên li Wan û navçeyên wê, dibe debara hemwelatiyên ku ketine ber pêla krîzê.

Li hemberî ambargoya ekonomîk a AKP’ê gel li ser axa bi adan a Wanê debara xwe dikin. Li Wanê her cure mêwe û fêkî çêdibin. Li Wanê sêv, încas, tirî, mişmiş, petêx, zebeş, firingî, îsot û fasûlî çêdibin.

Gel van berheman li Bêgirî, Erdîş, Westan û Edremîtê bêyî simsar difiroşin. Ji ber ku simsar tune, ev berhem erzantir in jî.

LI WANÊ ERZAN E LÊ LI TIRKIYEYÊ BIHA YE

Ji ber krîza li Tirkiyeyê buhayê mêwe û fekiyan li Tirkiyeyê gelekî biha ye. Gel eleqeyeke germ nîşanî van berheman didin. Bi taybetî li Deşta Erdîşê gelek cure berhem tên danîn. Berhemên Deşta Erdîşê, Deşta Bêgiriyê gelê Kurdistanê têr dike û ji gelek bajarên Tirkiyeyê re tê şandin.

GEL ELEQEYEKE GERM NÎŞAN DIDIN

Berhemên li van deran ji ber ku erzan û xwezayî ne, hin kes rojane dikirin û hin kes jî ji bo zivistanê hişk dikin û an jî dixin şûşeyan. Li ser rêyan jî ev berhem tên firotin.

‘HIM ERZAN E Û HIM JÎ XWEZAYÎ YE’

Yûnûs Emre Kiziltaş diyar dike, her cara ku ew tê Wanê ew van berheman distîne û dibêje ku, “Li ser rêya Erdîş-Wanê dezgehên firotina van berheman hene. Dema ku ez ji Wanê diçim Agiriyê her carê 100 kîlo mêwe dikirim. Em van mêwe û fêkiyan ji bo zivistanê dikirin. Berhemên li vê derê him erzan e û him jî bi çêj e û him jî xwezayî ye. Em baweriyê bi cotkarên li vê derê tînin û ji ber wê berhemên xwe ji vir dikirin. Bi vî awayî him em bi ser dikevin û him jî cotkarên me. Em dikarin hemû pêdiviyên xwe ji warên xwe temîn bikin.”

‘EM ABORIYA XWE AVA DIKIN’

Cotkarê bi navê Îhsan Toprak ê ku li ser rêya Wan-Erdîşê berheman difiroşe jî dibêje ku “Em bi vî awayî aboriya xwe ava dikin. Him em qezenc dikin û gelê me jî sûdê ji berhemên erzan werdigire. Berhemên ku ji derve tên Wanê piraniya wan tên dermankirin û bi hormon in. Lê yên me gelekî xwezayî ne. Mişteriyên ku tên ba me, carinan 200 kîlo mêwe û fêkiyan ji bo zivistanê dikirin.”